Hilbijartinên Rojava dest pê kir..Bi wênejava

kurdistani 11:58 AM - 2017-09-22
Hilbijartinên Rojava dest pê kir..Bi wênejava

Hilbijartinên Rojava dest pê kir..Bi wênejava

Proseya dengdana hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dest pê kir.

Îro roja înê 22-9-2017`an li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, proseya hilbijartinên Komînan li hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê Cizîrê-Firat û Efrînê dest pê kir.

Weku ajanasa Hawarnewsê li ser dabeşkirina herêmên federaliyeta Bakurê Sûriyê nivîsiye bi vê rengî hatiye destnîşankirin:

Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, li gorî zagona rêvebirina herêman, dabeşî sê Herêmên Federal bûn.

Federaliya Bakurê Sûriyê li ser bingehê rêgezên demokratîk û ji bo avakirina beşên rêveber ku di aliyê ximetguzarî, aborî çandî û hemû aliyan de pêdiviyên civakê pêkbînin, zagonên herêmên rêveber der xistin.

Herêmên federal tê wateya beşên rêveberiya xweser. Ji kanton û gelek herêmên ku di aliyê erdnîgarî, aborî û çandî de dighîjin hev, pêk tê.

Herêmên federal ên Bakûrê Sûriyê wiha ne:

*Herêma Federal a Cizîrê: Ji Kantona Hesekê û Kantona Qamişlo pêk tê.

-Kantona Hesekê: Ji herêma Hesekê, Dirbêsiyê, Serekaniyê û Til Temir pêk tê.

Kantona  Qamişlo: Ji herêma Qamişlo û herêma Dêrikê pêk tê.

*Herêma Federal a Firatê: ji Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî pêk tê.

-Kantona Kobanê: Ji bajarê Kobanê, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Şêran û Qenaya, herêma Sirînê ku ji bajarê Sirînê, bajarok, gund û mezreyên wê, pêk tê.

-Kantona Girê Spî: Ji herêma Girê Spî, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Eyn Îsa û Silûk, pêk tê.

*Herêma Federal a Efrîn:ji Kantona Efrîn û Kantona Şehbayê pêk tê.

Kantona Efrînê: Ji herêma Efrîn, herêma Cindirêsê û herêma Raco, pêk tê.

Kantona Şehbayê: Ji herêma Til Rifet û navçeya Ehrez, Fafîn û Kefernaya pêk tê.

Zagonên rêvebirina herêman di civîna Meclîsa Damezrîner a Fedraliya Demokratîk  a Bakurê Sûriyê ku 27-28`ê Tîrmehê de hate lidarxistin, hate erêkirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket