Şoreşa Zimanê Kurdî Li Rojavayê Kurdistanê-Vejîna Kurd

kurdistani 06:02 PM - 2017-09-18
 Şoreşa Zimanê Kurdî Li Rojavayê Kurdistanê-Vejîna Kurd

Şoreşa Zimanê Kurdî Li Rojavayê Kurdistanê-Vejîna Kurd

Di pêşketina miletan de erka herî giring, bingehîn û pîroz hînkirin û perwerdekirina gel bi zimanê wî yê dayikê ye, ji ber ku ziman nasname û hebûna miletan e û di riya wî re raman, çand û kultûra wî gelî ji nifşekî digihê nifşekî din û herweha dîroka wî miletî tê parastin.

Di dirêjahiya dîrokê de Kurd miletekî blindest û ne xwedî dezgeh û destlat e, lewra pêvejoya hînkirin û perwerdekirinê di nava wî de bi zimanê biyaniyan bû û ji neçarî ew fêrî ziman û çanda dagirkeran dibû… Li Rojavayê Kurdistanê, berî 5 salan gaveke dîrokî di vî warî de hate avêtin dema Rêveberiya Xweser sistema xwendina xwe ya taybet li şûna sistema rêjîmê li hemû deverên Kurdî çespand û bi awayekî fermî li dibistanên fermî, ji refa yekemîn a dibistana seretayî heta bi peymangeh û zanîngehê sistema perwerdeyê bi zimanê Kurdî ava kir. Bêguman gelek pirsgirêk û alozî li pêş vê yekê derketin holê, ya sereke jî nebûna mamosteyan bû, lê bi avakirina peymangeh û zanîngehên zimanê Kurdî û derçûna şagirtan, sal bi sal, ev pirsgirêk kêmtir dibe û hejmara mamosteyan û derfetên teknîkî û zanyarî zêdetir dibin.

Li zanîngehê mamosteyên fakulteyan kesên xwedî bawernameyên doktora, majistêr û bekeloryos in ku piraniya wan xwedî ezmûnên salên dirêj ên perwerde û pisporiyê ne, herweha meteryalên ku li wan fakulteyan tên dayîn, ji aliyê zanistî û pisporiyê ve, heman madeyên zanîngehên cîhanê ne. Bêguman bandora vê yekê erênî bû û gelek pirsgirêk çareser kirin lê ne bi giştî… Rêjeya hînkirin û fêrkirina bi zimanê Kurdî, li herêmên Kurdî, ber bi bilindkirinê ve diçe, lê mîna her karekî nû, ev gava pîroz rastî rexnekirin û nepejirandina hin kes û aliyan hat û gelek nakokî li ser rêbaz û şêweya bikaranîna wê derketin holê û hîn jî ew mijara cihê gengeşekirinê ye, lê di hemandemê de em kanin bêjin ku ev xebata hêja firkeke dîrokî ye û xewna miletekî bindest pêk tîne.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket