Karwan Enwer; Kurd û prensîpa mafê çarenivîsî

kurdistani 03:40 PM - 2017-09-18
Karwan Enwer; Kurd û prensîpa mafê çarenivîsî

Karwan Enwer; Kurd û prensîpa mafê çarenivîsî

Sekreterê liqê Silêmaniyê ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê rêzdar Karwan Enwer di derbarê Mafê Çarenivîsî (self-determination) yê gelan de gotarek nivîsiyeû di hejmara rojnameya Kurdistanî New de hatiye weşandin. Enwer di wê gotarê de, amaje bi rewabûna wê mafê di jiyana civakî ya hemû gelên cîhanê dike û bi taybetî gelê kurd û Kurdistanê.

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdiostanê Karwan Enwer di gotara xwe de aşkire dike ku di van çend mehên borî de ku di rojname û kenalên ragihandinên Êraqê de tên weşandin , ev tê zanîn ku li wê mijarê destên veşartî hene ku dixwaz in li dijî gelê kurd û prensîpa Mafê Çarenivîsî (self-determination) kar bikin û dikin .
Nivîskar Karwan Enwer di wê barê de nivîsiye ku ti kes nikare wan tawanbariyên ku dixine pal kurdan normal derbas bikin ku kurd wê Êraqê parçe bikin, lê di rastiyê de, ew mafê gelê kurd e ku dewleta xwe ava bikin û warê xwe yê siyasî wek hemû gelên cîhanî hebin.

Enwer aşkire dike ku Pêwîste ku hemû kes rastiya  Mafê Çarenivîsî (self-determination) nas bikin ku ew projeya rewa ya rêkeftinên tevahiya welatên cîhanî ye û bi vê rengî jî cîhana pêşketî li mijarê dinêrin. Her we ew kesên ku daxuyaniyên agirînî li dijî daxwaz û mafên gelê kurd ji mafê çarenivçsa xwe re diwşînin bila hemû siyastevan û parlementerên Êraqî van xalên li jêrî baş bizanin
Temenê tevgera rizgarîxweza kurdî nêzîkî sedsalî dibe.
Hejmara vê tevgerê bêhtir ji yek milyon şehîd dibe.
Hejmara kurdên li Êraqê dijîn 7 milyon kes derbas dike.
Herêma Kurdistanê berhema bi hezaran şehîdan bû ku bi tenê cihê yekê li Êraqê bû ku tê de opozisyona Êraqê tê de kar û xebatên xwe li dijî rêjîma Sedam Hisên dikirin.

PUKmedia-Kurdistanî New

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket