Baydemir: Gelo dixwazin li Herêma Kurdistanê jî qeyûm werin tayînkirin
kurdistani 06:09 PM - 2017-09-16Baydemir: Gelo dixwazin li Herêma Kurdistanê jî qeyûm werin tayînkirin
Berdevkê HDPê Osman Baydemir biryara jikardurxistina Necmedîn Kerîm ya parlamantoya Bexdayê şermezar kir. Baydemir daxuyaniyên Tirkiyê ya di derbarê referandumê de jî nirxand û wiha got "Mafê tu kesî tine ku gefan li gele kurd bixwe. Heger kurda tifaqa xwe ava bikira tu hikumeta nikaribu gefa li wan bixwe."
Yekemîn car e ku Amerîka derheqê referanduma serxwebûnê de daxuyaniyeke wiha dide
Berdevkê HDPê Osman Baydemir têkildarî rojeva siyasî li Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Baydemir ji bo mitînga ku dê sibe li Amedê li darxin bangî gele Amedê kir. Baydemir diyarkir ku li Tirkiyê bir girtina hevserok, parlamanter û şaredaran û tayînkirina qeyûman siyaset tê tasfiye kirin. Baydemir balkişand ser daraza parlamentera girtî Fîgen Yuksekdag û wiha axivî: "Dadgehê runiştina doza yuksekdag ji Enqerê rakir Sincanê. Gotin ji bo salonek mezin doz were dîtin lê em hîn bun ku cihê ku dê runiştina dozê were dîtin bi qasî 20 kes kare têkeve. Dixwazin parastina Yuksekdag ji raya giştî ve veşêrin. Yuksekdag dibêje ku heger runiştina dozê ne li ber çav be tevlî nabe."
‘BILA PARLAMANTO LI COLEMERGÊ LÊKOLÎN BIKE'
Baydemir balkişand ser buyera gundê Talê yê Colemergê ku di êrişa balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) 3 sivîl birîndar bibûn û Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû. Baydemir bi belgeyên destê xwe axivî ku kesê hatîye kuştin û 3 kesên ku birîndar bune sivîlin. Baydemir belgeyên cezeyê trafik û qertên bankaya yên welatiyê di buyerê de jiyana xwe ji destda û yên birîndar nîşan da û wiha axivî: "Li hemu qadê jiyanê em rastî kuştinên bêdaraz tên. Buyera Colmergê jî yek ji wa ne. Welatiyê ku hatîye kuştin di kare fermî de dixebite û berîya buyerê bi seatekê di qontrola polisan derbasbune. Heger sucê wan hebe çima li wir ew negirtin? Welatiyên ku bi her awayî derket holê ku sivîlin çawa hun wan weke ‘terorîst' nişan didin? Ev kuştina bêdaraze. Divê parlamanto here gund bi malbatan re bi axive û buyerê lêkolin bike."
‘EM JIKARDÛRXISTINA NECMEDÎN KERÎM ŞERMEZAR DIKIN'
Ahenga piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê
‘Ji bo NY û Amerîka garantî neda, me referanduma serxwebûnê bi paş nexist'
Baydemir têkildarî vekirina parlamantoya Herema Kurdistanê û biryara ku di derheqê referanduma serxwebûnê de jî axivî û wiha got "Em bi vekirina parlamantoyê gelek kêfxweşbun. Biryara ku parlamantoyê daye bila li ser xêrê be. Ev biryar biryara gelê Kurdistane. Divê hemu kes rêz bigire. Mafê hemu gela yê tayînkirina qedera xwe heye. Em biryara jikardurxistina Necmedîn Kerîm ya parlamantoya Bexdayê şermezar dikin. Li vir çawa qeyûm tê tayînkirin qey dê li wir jî qeyûm tayînbikin. Ev biryar li diji demokrasiyê ye. Banga me ew e ku hemu kes ji biryara gele kurd rêz bigire."
‘HEGER KURDA TIFAQA XWE AVA BIKIRA TU KES NIKARIBU GEFA LI WAN BIXWE'
Baydemir têkildarî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên di derheqê referanduma Herema Kurdistanê de wiha axivî: "Ne tenê îro ev 3 sale ku dijminatîya kurda tê meşandin. Gelek cara bi daxuyanîyan gef li kurda xwarin. Daxuyaniyên dawî jî wiha ye. Mafê tu kesî tine ku gefan li gele kurd bixwe. Gelê kurd dest danenîye ser axa tu kesî, zimanê tu kesî qedexe nekirîye, hilbijarên kesî ne girtîye. Sedem çibe bila bibe operasyona herî mezin ya li dijî kurda bêtifaqî ye! Heger kurda tifaqa xwe ava bikira û Kongreya Netewî li darbixista tu hikumeta nikaribu gefa li wan bixwe."
PUKmedia-krd.sputniknew
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26