Efrîn; Wezîra karûbarê civakî serdana penaberên Başûrê Kurdistanê kir

kurdistani 05:55 PM - 2017-09-16
Wezîra Efrînê Erîfe Bekir

Wezîra Efrînê Erîfe Bekir

EFRÎN: Wezîra karûbarê civakî ya herêma Efrînê Erîfe Bekir serdana penaberên Başûrê Kurdistanê kir.

Îro roja şemiyê, 16-9-2017`an li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, wezîra karûbarê civakî serdana penaberên Başûrê Kurdistanê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve radestî Eniya Nusreyê li Babulhawayê ya Udilibê kiribûn kir û rewşa wan ji nêzîk ve şopand.

Di serdana xwe ya bo cem penaberên kurd ên Başûrê Kurdistanê li gundê Qitmê ya ser bi kantona Efrînê li Rojavayê Kurdistanê de, Wezîra karûbarê civakî ya rêveberiya xweser li herêma Efrînê Erîfe Bekir, pêşwziyeke pir gerim li wan penaberan kir û rewşa wan yek bi yek pirsiya û derbarê alozî û serpêhatên ku bi wan re li Tirkiyê bû ye û çawaniya hatina wan bo Udlib û piştre jî bo herêma Efrînê de baş guhdar kr û piştîvaniya xwe ji wan re duba kir, her weha guhdarî wan kir û daxwazên wan jî li ber çavan re derbas kir û ewê di demeke nêzîk de, ji bo şandina wan bo Başûrê Kurdistanê bicih bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 14-9-2017`an de, hejmareke ji penaberên Başûrê Kurdistanê li ber deriyayê sipî ji aliyê artêşaTirkiyê ve hatibûn girtin û milmilaniyên pir xerap ligel wan kiribûn, piştre jî, li cihê ku wan radestî derwazeya Ibrahîm Xelîl ya Başûrê Kurdistanê bikin, mixabin, ew tev radestî Eniya Nusreyê kirine, tako rewşa ewlehiya jiyana wan têkeve metirsiyê, her weha di wê barê de,
bi riya Federasyona Êraqê ya giştî penaberan ve, şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistanê hat agahdarkirin û piştre jî serokê Şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Cindirêsê û kordîneya giştî ya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî  û Rêveberiya TEV.DEM, ya Cindirêsê û Rêveberiya Efrîn û rêveberiya giştî ya asayîşa Efrînê jî hatibûn agahdarkirin û di encama rêpêşandana ji aliyê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî ya Başûrê Kurdistanê ve, cihê wan hate destnîşankirin û bi 11mikropasan, berê xwe dane derwazeya Xezewiyê û ji aliyê asayîşa Efrînê ve hatine pêşwazî kirin ku hejmara wan 135 kes bûne.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket