Pirtûka (Tûrikê Zêran) derket

kurdistani 01:10 PM - 2017-09-13
Pirtûka (Tûrikê Zêran) derket

Pirtûka (Tûrikê Zêran) derket

(Tûrikê Zêran)

kete nav destê xwendevanan de

Elî Şemdîn

Vaye Îro (12.9.2017), Pirtûka (Tûrikê Zêran), ji çapxana (Enistîtuya Kelepûrê Kurdî), hate çapkirin û bi xemleke xweşik û ciwan kete nav destê xwendevanên Zimanê Kurdî (Zaravê Kurmancî)`de.

  Pirtûka (Tûrikê Zêran), bi naverûka xwe ve ji dihan Pêkenîn û Kurteçîrokên Folkilora Kurdî pêk hatiye, yên devera Amûdê û Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, ku li ser (166) Rûpelan hatine belavkirin, ev Pirtûk ji berhevkirin û şirovekirina, nivîskarê kurd (Yasîn Hisên)`e, babetên vê Pirtûkê hatine dabeşkirin li ser van beşan: (Pêşgotin, Çîrokên Sima`îlê Dîn, Kurteçîrok, Pêkenokên Aşîtî û Xerbitan).

Yasîn Hisên di Pêşgotina xwe de di bêjê: (Dema min babetên nava vê Pirtûkê berhev dikirin, herdem min di got: ev Dur û Cewherên Miletê me ne, ji ber wê min di xwest navekî li gorî naveroka wan helbijêrim, û baştirîn nav ji wan re min dît ku tevdan bixim yek tûrikî de û nav lê bikim Tûrikê Zêran).

Herwiha di dawî de jî dibêjê: (di karim bêjim ku ev karê min weku Bergê Yekeme, ji ber hîna bi sedan Kurteçîrokên watedar hene û hîna jî gelek kar pêwîste bête kirin, bi taybet li Rojavayî Kurdistanê).

Ev Pirtûk bi xwe Xelekeke ji zîncîra Pirojeyên Enistîtuya Kelepûrê Kurdî, ku navenda wê ya serekî li Paytextê Rewşenbîrî (Şarê Silêmanî)` yê ye, û amadekarê vê Pirtûkê (Yasîn Hisên) bi xwe jî ew li vê Enistîtuyê karmende û îş dike.

Yasîn Hisên, helbestvan û nivîskar û wergêre, çend Pirtûk belav kirine û çendek jî hîna di bin çapê dene, ji wan:

-  Temberiya Ben Aşan/ Heleb 1999.

- Azar / Heleb 2003.

- Lorîk/ Silêmanî 2013.

- Kerkûk/ Wergerandin ji Soranî bo Erebî.

- Berif  / Wergerandin ji Erebî bo Kurdî, hîna di bin cape deye.

Û hin karê din..

Pîrozbê li kak Yasîn ev (Tûrikê Zêran), ku îro pêşkêşî xwendevanên Zimanê Kurdî kiriye, bi hêviya Tûrkên din yên mişt ji Zêr û Dur û Cewahirên Folkilora Kurdî.

Silêmanî: 12.9.2017

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket