Ramanvenekî Cuhî ji PUKmedia`yê re; Ez bi hêvî me ku dewleta Kurdistan bibîn im.
kurdistani 10:48 AM - 2017-09-04Ramanvanê Cuhî Îdî Kohîn
Ramanvenekî Cuhî bi aşkire û pir bi bawerî nêrîna xwe ya azad ji PUKmedia`yê re daye xuyakirin û wiha got; Ez bi hêvî me ku dewleta Kurdistan bibîn im.
Di hevpeyvîneke taybet de, rmanvanê cuhî yê Îsraîlî Îdî Kohîn ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew bi hêvî ye ku dewleta Kurdistanê ya serbixwe bibîne.
Kohîn di bersivên xwe de ev gotin;
Di navbera Kurd û gelên Îsraîlî de, peywendiyên pir bi hêz hene hem ji dîroka berê û hem ji dîroka îro , rewşa gelên Îsraîlî û ê kurd her wek hevin.
Gelê Îsraîlî ji aliyê rêjîmên Portugal, Spaniya, Almaniya Nazî û hinek welatên Erebî ve, bi tundî hatin kuştin û koçberkirin û jinavbirin û milk û destkeftên wan tev jê birin wek li Êraq û Misrê.
Ev jî heman rewşa gelê kurd e ku wek hevdu bi serhatine û me dikarî axa xwe vegerînin û welatê xwe ava bikin û ez bi hêvî me ku di demeke nêzîk de, em dewleta kurdî jî bibînin ku tevahiya gelê kurd li xwe bigre.
Derbarê armanc û karên rêxistina xwe ya mafên mirovan de, Kohîn wiha dibêje: Min ew rêxistin saz kir ji bo berevanî li maf û azadiya gelê Îsraîlî ên ku mal û milkên wan li welatên Erebî hatine xwerin û destbiserda girtin, Ligel erebên Îsraîlî jî peywendî xweş dikin û azadiya wan jî didin wan. Her weha rêxistina wan derbarê kareseta Şengalê jî, berde ji ser revandin û kuştin û komkujiya ku terorîstên DAIŞê li dijî kurdên Êzîdî pêkanîne rakir û rastiya wê komkujiyê da nasandin.
Derbarê piştîvaniya rasteqîne ya Îsraîl ji serbixweyiya Kurdistanê re, aşkire kir ku beriya 3 salan jî serokwezîrê Îsraîlê bi aşkireyî ragihand ku ew ligel dewleteke kurdî serbixwe ne. Ew jî dibêje ku ew bi hêvî ne ku dewletên mezin ên cîhanê jî hewil bidin ku destek bidin bi kurdan tako bikaribin dewleta xwe saz bikin.
Derbarê gotinên ragihandinên ereban de ku dibêjin Îsraîl derewan dike û piştê kurdan nagirin û dixwazin kurda bikin aloziyan û dest jê berdin.
Kohîn Îdî dibêje; Ragihandinên ereban tev vira û derewan dikin, di rastiyê de, peywendiyên dîplomasî ên piraniya welatên erebî ligel dewleta Îsraîlê hene û çavên xwe ji wê digrin û naweşînin. Lê derbarê kurdan de, bi awayekî fîtnegerî wiha belav dikin û naxwin kurd mafên xwe bi dest bixwe.
Îdî Kohîn ramanvanek û çalakvanekî naskirî yê cuhî û Îsraîlî ye, di zanîngeha Îlan ya Îsraîlî de dersan dide û ew damezrênerê rêxistina Forom Kîdim ya Mafên Mirovan e ku yekek ji kesayetiyên herî piştgirê damezrandina dewleta kurdî ya serbixwe ye.
Di derbarê jiyannameya xwe de, ji PUKmedia`yê re wiha dibêje: Ez cuhî Îsraîlî me, min bawernameya diktora li zanista Rojhilata Navîn bi dest xistiye.
Ez li Libnanê hatime dinê, ez heya 19 saliya xwe ligel malbata xwe li Libnanê jiyame, lê ji ber ne parastina jiyana me, ji ber gef û hereşeyên li dijî cuhiyan, hikûmeta Linanê jî nikarî me biparêze û xwedî li me derkeve, em ji Libnanê vegeriyan Îsraîlê.
Hevpeyvîn; Mihdî Mecîd Ebdulah
Wergêr; Hozan Efrînî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25