Zekeriya Efrîn.............. (Lîlav 2)

kurdistani 06:34 PM - 2017-08-30
Zekeriya Efrîn.............. (Lîlav 2)

Zekeriya Efrîn.............. (Lîlav 2)

Were were dil xemgîna min
Were bi ser min de
Biweşîne kul xemên xweyî
Nazerîn .....
Bila hestên min têr bike
Bila hinavên min bisojîne...
Bila kulan bi ser hev de binixumîne..
.....................bila kêr di hestiyan de biçike
......... . Bila bikewîne birînê
Bila bitevizîne berîkên dem sala nû..!!!

..............were were dildara min were
Were kolanên ku li ser bedena min
Berhev bike ......!
Tûrikên xweyî dagirtî ji keseran
Bi ser hêsirên min di bibarîne...

..............were tu hîn li benda kê rawestiye..?
Ji lêvên kenok bedewtir hene gelo..?
Ji dilên têr vîn xweşiktir hene delalê...!?
Xweş dêmên hinarî keske sorê
Hembêz bike.... .... ..........................

Were were yarê....................................were
................... ax ji derdê penabriyê
..........ji kula perîşaniya bê wext re
Were min komî ser hev bike
Xewinên min li ser zimanan digere.... ....
Êdî bûye rastiya min û te
................ were dem derenge
.....................................were were rinda min
............Pişta min werê teye
...........Ala rengîn xemila teye
............Dilê min jî hêlîna teye

........WERE .

Zekeriya Efrîn.............. (Lîlav 2)

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket