Tirkiyê û Êraqê biryara Kerkûkê napejirînin

kurdistani 07:24 PM - 2017-08-29
.

.

Tirkiyê helwesta xwe ji bo beşdarbûna Kerkûkê li referendom ragihand
Wezareta derve ya Tirkiyê derbarê biryardana encûmena parêzgeha Kerkûkê de, helwesta xwe aşkire kir û pejirandina encûmena parêzgeha Kerkûkê biryara beşdarîkirina Kerkûkê ji proseya refrendomê re, dazanîn ku ew biryar li dijî destura Êraqê ye û Tirkiyê bi ti awayî wê biryarê napejirîne.

Her weha hikûmeta Êraqê jî bi fermî dengdana piraniya encûmena parêzgeha Kerkûkê li ser biryara beşdarbûna parêzgeha Kerkûkê bi fermî ji proseya refrendoma 25-9-2017`an ya Herêma Kurdistanê re, bi binpêkirina destura Êraqê nirxand û wê kok nepejirînin.

Di wê barê de, peyvdarê hikûmeta Êraqê Sedî Hudeysî ji ajasan re ragihand ku ew biryara encûmena parêzgeha Kerkûkê ji bo pejirandina referendoma Herêma Kurdistanê û biryardana beşdarbûnê, ne raste û ew berevajayî destura Êraqê ye.

Hudeysî aşkire kir ku parêzgeha Kerkûkê nikare bi tenê xwe û bi bê hikûmeta federal a Êraqê ti biryarên çarenûsaz bide. Ew biryar li dijî yasa û destura Êraqê ye û kok naye pejirandin.

Hêjayî gotinê ye ku di civîna îro roja sêşemê 29-8-2017`an ya encûmena parêzgeha Kerkûkê de, bi amadebûna parêzgarê Kerkûkê Dr. Nicmedîn Kerîm, bi piraniya dengên endamên encûmenê, biryar hat dayîn ku wê parêgeha Kerkûkê beşdarî proseya referendoma Herêma Kurdistanê ya ku wê di roja 25-9-2017`an de birêve biçe bibe.

PUKmedia-Ji Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket