KCK`ê girtina berpirsên MIT`ê Tirkî li stuyê xwe girt

kurdistani 07:18 PM - 2017-08-28
Endamê konseya rêbeir yê KCK`ê Diyar Xerîb

Endamê konseya rêbeir yê KCK`ê Diyar Xerîb

KCK`ê bi fermî girtina çend brpirsên MIT`ê Tirk li sînorê Silêmaniyê ragihand.
Di çend rojên borî de, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, çend berpirsên MîT`ê Tirk dest bi operasyoneke îstixbaratî li dijî berpirsên payebilind yên Partiya Karkerên Kurdistanê kirin, lê weke endamê politburoya YNK`ê Sedî Pîre amaje pê kirbû ku ew operasyona ne serkeftî bû, lê ziyan ji Tirkiyê re bû, her weha çend berpirsên MIT`ê ku ji aliyê PKK ve hatibûn girtin. ji ber wê jî, Tirkiyê YNK`ê tawanbar kir û nûnerê YNK`ê yê li Enqerê dersînor kir.

Di wê barê de, endamê konseya rêveber yê Koma Civakên Kurdistanê KCK`ê Diyar Xerîb di heyama hevpeyvînekê digel Ajansa Firatê ragihand ku di çend rojên borî de, çend karmendên MIT`ê Tirkî ji aliyê wan ve hatine girtin ku dixwestin sînorê rêveberiya Silêmaniyê ji xwe re bikin cihê karûbarê MIT`ê û bi riya ajanên xwe, kiryarên terorîstî li dijî rêvebr û serkirdeyên mezin ên PKK`ê pêk bînin.

Diyar Xerîb aşkire kir ku ji bo çi ev nûçe yekser neweşandine, ew jî ji ber ku ti kes wê buyerê neke stuyê YNK`ê û rêveberiya Silêmaniyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket