Mirov neçare bi mêvanê xwe re bi zimanê wî bipeyve

kurdistani 11:48 AM - 2017-08-25
Mirov neçare bi mêvanê xwe re bi zimanê wî bipeyve

Mirov neçare bi mêvanê xwe re bi zimanê wî bipeyve

Duh di havînhawara Balîsanê de, ya li bajarê Amûdê, ji bo şirovekirin û gotûbêjkirin li ser rastiya amadekirin û ragihandina sîstema federaliya bakurê Sûriye(Rojava), Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD)ê hevdîtineke şêwiriyê lidarxist û tê de piraniya alî û pêkhatên Sûrî û Roavayê Kurdistanê beşdar bibûn.
Di wê hevdîtina şîwiriyê de, dema ku serokê Encûmena cêbicêkar yê Herêma Cizîrê rêzdar Abdulkerîm Saroxan xwest bi kurdî bipeyve lê ji aliyê seroka dîwanê rêzdar Ilham Emed ve hat xwestin ku bi erebî bê axivtin tako mêvanên wê hevdîtinê ku piraniya xwe Ereb û Sûriyan û Aşûr in, jê nas bikin ji ber ku zimanê erebî zimaneke hevbeşe di nava hemû pêkhatan de. Lê rêzdar A. Saroxan jî got li vir pankêt bi sê zimanan Erebî - Kurdê - Sûryanî hatiye nivîs ji ber wê jî, ew dikare bi zimanê dayîkê bipeyve, lê rêzdar Ilham jî got;
Bi zimanê Erebî bipeyvê tako evên amadebûne tev ji te fêm bikin, ev dîdareke danûstandinê ye ne parlemane tako mirov daxwaza mafên xwe bike, li hember wê yekê, rêzdar Saroxan gotara xwe bi dawî ne kir û rûnişt.

Mixabin ev mijar di ser rûpelên facebookan û tiwetir û Instagram û telgram û hd.. de, bû mijareke gelek mezin.
Ez gelek kesan nas dikim ku pir caran bi awayekî nerêk û pir xerap li ser heval A. Saroxan dipeyîvîn û dinivîsîn, lê ji bo vêxistina agirê fîtnegeriyê û tevileheviyê, dest bi êrişa bê wate û dijawr li dijî rêzdar Ilham kirine ku ji bo çi rê li ber gotinên kurdî girtiye û ew kes bi xwe jî heya niha yek gotineke kurdî di nivîsên xwe de nenivîsiye û îro jî ji bo fîtnegeriyê, xwe kir bi parêzvanê zimanê kurdî.
Ez li vir wek rojmevanek, dixwaz im nêrîna xwe b azad û serbest bîn im ser nivîsê tako xwendvanên rûpela min jî bi min re vê alafê fîtnegeriyê rawastîn in.
Ji ber ku ez herdu rêzdaran ji nêzîk ve nas dikim û herduk jí xemxer û tekoşerên parastina doza gelê xwe ne û xwedî şehîd û fedekariyén bê wêne ne. Rêzdar Ilham Ehmed ji malbateke dfedekar û welatperwer û xwîşka xwe derçûyê zanîngeha Helebê bû, xwîna xwe ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistan rijand û xwîşkeke xwe ya din jî her di nava şoreşê de ye û dayîka wê yek ji dayîkên herî fedekar û welatperêz bû, rêzdar Ilham jî niha hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk e ku yek ji damezrênerê Şoreşa Rojava û Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê ye.. Her weha rêzdar A . Saroxan jî ji malbeteke welatperwer û xwedî ked û heya niha jî lawê wî di nava rêzên YPG`ê li operasyona rizgarkirina Reqayê de ye û ew jî serokê Encûmena cêbicêkar yê Herêma Cizîrê ye, her du rêzdar cihê rêz û pêzanînê ne û nabe mirov rastiyên herdukan ji hev du cuda bike û li gorî xwe werbigerînin an jî bad badin.

Bi nêrîna min, dema ku mirov baş li mijarê binêre û binirxîne,wê demê derdikeve holê ku herdu rêzdar hem Ilham Ehmed û hem jî A. Saroxan li ser rastiyê ne û di helwestên xwe de, mafdar in.
Di karim bi zelalî ji xwendevanên gotara xwe re bibêj im ku em hevala Ilham Ahmed û hem hevalê Ebdilkerîm Saroxan xwestin ku nameyên xwe araste bikin, lê nameya her yek ji wan , bi naverokeke cudatir bû, lê armanca wan jî her yek bû ye.
Dema ku hevalê A. Saroxan xwest bi zimanê zimakî ya kurdî bipeyve, ne ji bo kesayetiya xwe derxîne holê û xwe cudatuir nîşan bide û ne jî ji bo rewşê bi aliyekî din ve veguherîne. Tenê wî xwest nameya biratiya gelan û xwedî li ziman û çanda xwe derketin bide nîşandan ku ew jî yek ji ratiya demokratiya ku di hundirê sîstema federalîzma ku tê amadekirinê ye.

Ew ji mafê wî ya herî rewa ye ku bi zimanê zikmakî xwe bipeyîve û hest û henesên xwe û bîrdoz û boçûnên xwe ji wê civînê re bide nîşandan.
Ji ber ku di hundirê wê civînê de, gelek kesên nejetprestên ereb hebûn û nêrînên wan pir çawit û li dije demokrasî û mafên gelê kurd bûn.
Dema kesên wek şovênîstê zikreş Feysel Alazil ku bi ziman û ramanê rêjîma baasê axivî û aşkire neyartiya federaliyê kir, wê demê rîzdar A. Saroxan ji mafê wî ye bi awayekî şarestanî bersivê wan kesan bide û ew jî ew bû ku bi zimanê kurdî bipeyve û di wê mijarê de, ew mafdar e.
Lê ji aliyekî din ve, madamkî ku em xwediyê malê ne û me mêvan vexwendine mala xwe, tako em projeya xwe ya ku wan şaş jê fêmkirine û neyartiya me dikin, wê demê, em neçar in bi zimanê mêvanan bipeyvin ta ko ji me fêm bikin û nasbikin û nêrîn û daxwaza me jî guhdar bikin û têbighin û ev yek jî wek ez texmîn dik im ku mebesta rêzdar seroka dîwana dîdara şêwiriyê rêzdar Ilham Ehmed bû.
Ez bawer ku hevala Ilham di vê mebestê de, ji rêzdar A. Saroxan xwest ku bi kurdî bipeyve û herdu heval jî mafdar in.

Lê mixabin gelek kesan xwestin avê zêdetir têkbidin û ne zelal bikin tako tê de, nêçîriya xwe ya bi ecnîdeyên ne pak bikin, her weha hinek jî ji dilpakiya xwe derbasî bo nava wê mijarê bûn, lê baş bû ku ew jî zûh li mijarê têghîştin û xwe paşve vekişandin.

 

N. Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket