Li Ranya erdhejeke bihêz çêbû

kurdistani 05:09 PM - 2017-08-23
Li Ranya erdhejeke bihêz çêbû

Li Ranya erdhejeke bihêz çêbû

Li gorî çalakvanekî kurd Rojbîn Ebdula Ranyayî ku di rûpela xwe ya veghîştina civakê de nivîsiye, niha careke din erdhejîneke bihêz li bajarê Ranyayê ya ser bi rêveberiya Raperînê li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat.

Her weha di wê barê de, çalakvanê siyasî yê kurd Eseed Şawirî Ranya ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro ber hêvarê li bajarê Ranyayê ya ser bi devera Raperînê, erdhejeke bihêz rûda û di encama wê erdhejînê de, hejmarek ji mal û firoşgeh û bazar ziyan dîtin lê heya niha ziyanên canî tune ne.

Şawirî aşkire kir ku ji bo metirsî li ser nexweşxaneya zarokan nebe, nexweş tev derxistin derve tako ziyan bi wan neghîne û bêne parastin.Esed Şawirî di dirêjehiya axiftina xwe de ew jî got; Piştî ku erdhejîn çê bû, xelkê deverê dest bi destpêşxeriyeke girêng kirin ku ji bo wan kesên ku ziyana madî ji erdhejînê dîtine, pare kom kirin.

Lê wek hat zanîn ku keştnasên Herêma Kurdistanê, hêza erdhejînê bi 5.3 dane jimartin ku gelek bihêz bû ye û ji cara berê bihêztir bû ye.


Hêjayî gotinê ye ku Li bajarê Ranyayê ya girêdayî devera Raperînê, di roja 15/8/2017erdhejek bi qasî 3.8 pileyan pêkhatibû.
Di roja 15/8/2017 berî danê nîvro li herêma Raperînê erhejek bi qasî 3.8 pêkhatibû, ev yek li gorî keşnasên Herêma Kurdistanê hatiye zelalkirin.
Her weha rêveberiya keşnasa Herêma Kurdistanê aşkire kir ku hêza wê erdhejînê bi qasî 308 bû ku li Qeladize û sînorên Raperîn de ye.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket