Ji bo Êzîdîyan Rêxistina Mafên Mirovan wajoyan kom dike

kurdistani 06:30 PM - 2017-08-21
Ji bo Êzîdîyan Rêxistina Mafên Mirovan wajoyan kom dike

Ji bo Êzîdîyan Rêxistina Mafên Mirovan wajoyan kom dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê ji bo komkujiya Kurdên Êzîdî bibe rojeke cîhanî îmzeyan kom dike.
Di wê barê dem, nivîskar û lêkolînerê dîrokê, mamoste Biradost Mîtanî di rûpela xwe de wiha nivîsiye; Îro di nav bizava xwe de, Rêxistina mafên mirovan a kantona Cizîrê serdana Dîdargiha GIRKÊLEGÊ ya rewşenbîrî kir, dema hemzeyên (Wajokirina) hemû komeleyên civaka sivîl kom dikirin , ji bo roja ( 3) Tebaxê ,  roja êrîşa DA'IŞÊ bi ser ŞINGALÊ de bikin rojeke qirkirinê ya cîhanî û vexwendina ahinga xwe ya (23) vé heyvê ji bo wê ROJÊ dane me.

Hêjayê gotinê ye ku pêştir jî rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizêrê mamoste Xalib Derwîş daxwaz ji rojnamevan Hozan Efrînî kiribû ku li Herêma Kurdistanê jî wajoyên kesên navdar û bi bandor ji bo wê mijarê kombikin, di encamê de, rojnamevan Efrînî ligel endama rêveberiya Navenda Piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê Rewşan Qasim lîsteyeke ji 59 kesan li Başûrê Kurdistan û Libnan û Misir û hinek opozisyona Sûrî jî pêkanîn û şandin ji Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket