Roja Vejîna Vîna Azad

kurdistani 02:24 PM - 2017-08-15
Roja vejîna vîna azad

Roja vejîna vîna azad

15'ê Tebaxê roja vejîna vîna gelê kurd azad e.
Roja 15'ê Tebaxa sala 1984, wek roja hişyarbûna ji xewa hezaran salan bû. Roja Vejîn û vejandina jiyaneke nûjen û pir hişyarbûn û serwextbûn bû.
Bi destpêkirna avêtina gulya watedar ya ji bo azadiya tekoşîna rizgariya neteweya kurd û Kurdistanê, vedengek li herçar aliyên Kurdistanê veda. Hêlna neyaran veciniqand û hest û henes û wura û moralê wan tev tevlîhev kir û têk da.
Di roja 15_8_1984'an de, bi teqandina guleya jixewrakirinê ku ji devê tivinga tekoşerê rizgarîxwaz yê gelê kurd û Kurdistanê heval Egîd derket, vejîneke nû ji bo nifşên nû ên gelê kurd û Kurdistanê pêkanî û di encmê de, veguhertineke dîrokî encam da.
Ji ber vê , mirov dikare wiha binirxîne ku pêngava 15'ê tebaxê pêngaveke dîrokî û çarenûsaz û giranbuha bû di xizmeta tevahiya gelê kurd û Kurdstanê de bû.
Pêngava têghîştin li rastiya vejandina maf û azadiyén mirovan û bi taybtî mirovên kurd bû.
Eger mirov rastiya jiyana ciwanên kurd beriya pêngava 15'ê Tebaxê û piştî wê baş bi hûrgulî binirxîne, wê gelek rastiyên watedar ji mirov re derkevin holê.

Rewşa Bakurê Kurdistanê...

Bo nimûne ku li Bakurê Kurdistanê kurdbûn an axiftin an liberkirina cilûbergêm kurdî û vejandina çand û kultur û ahengê neteweyî kurdî tawaneke mezin bû. Her tişt ji bo Tirkan bû, ji kurdan re digotin Tirkên çiya. Mistefa Atatur wiha derbarê doza gelê kurd de gotina xwe ya dawî anî bû ser ziman ku êdî kurd neman û li Agirî yê hatin bin ax kirin û ser bêtûn kirin êdî bi dawî hatin.
Her weha li Rojavayê Kurdistanê jî, êdî bi erebbûn zal bû, kurdên me ên li Şamê û Heleb û Hemayê û Hesekê jî, piraniya wan bi qedera desthilatdariya rêjîma Basê razî bûn.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê...

Êdî jiyan bi erebî xweştir kiribûn û ti carî bi kurdî nevejandibûn, tenê Partiya Yekîtiya Kurd û PYD`ê di derbarê pêşxistina zimanê kurdî de dixebitîn û hinek rewşenbîrên bê alî. Lê di rastiyê de, hinek partî û aliyên siyasî kurdî hebû di bin navê navnetewebûnê de, berê ciwanên me didan Libnanê û li heîberê 200 dolar werdigirtin û ew ciwan tevlî komên xwekuşinê dikirin û diçûn li başûrê Libnanê xwe bo leşkerên Îsraîlê ve diteqandin.

Ji ber ku beriya roja vejînê ji bo ciwanên kurd tu sûd ji bo doza kurd ya rewa tune bû. Ew i bîreke navneteweyî tevdigeriyan û ji bo wan, parastina ewlehiya Sûriye û Libnanê li pêş hemû tiştî bû. Wê demê ciwanên kurd şanazî bi wan kesên ku xwe li Îsraîlê diteqandin dikirin û bi wan serfiraz dibûn.

Bandora pêngava 15`ê Tebaxê li ser Rojavayê Kurdistanê..


Lê piştî pêngava ـ15_Tebaxê, rewşeke din hat sazkirin û rewşa ciwanên kurd hat veguhertin, ango ji bilî ku ew ciwan xwe li Îsraîlê bide kuştin û xwe li buş belaşiyê biteqîne, lê bi pêngava roja vejînê re, ango 15`ê tebaxê , berê wan ciwanan da ber Bakurê Kurdistanê û êdî fedakarî û tekoşîn tev ji bo mafên gelê kurd û Kurdistanê bû.

Her weha bi têghîştina li felsefe û xebata rêberê gelê kurd serok Apo, hejmareke mezin ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyên din ên Kurdistanê bûn û li hemberî rêjîma Tirkiyê dest bi tekoşîna rizgariya neteweya kurdî kirin. Di wê heyamê de, bi awayekî pir jîrî hatin perwerdekirin û amadekirin û heya ku li 2004`an serhildana Qamîşloyê û piştre ya tevahiya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û deshilatdariya rêjîma Sûriye tevlîhevdu kir.

Ew ciwanên ku berê xwe dane aliyên din ên Kurdistanê û bi taybetî Bakurê Kurdistanê, piştî ku ezmûna salan li cem wan cêbû, êdî bûn xwedî hêz û ezmûn û vîna azad û şêwaza rêveberiyê û parastin û berevaniyê, di dema pêwîste, careke din vegeriyan ser axa Rojavayê Kurdistanê û hêzeke çekdar ya şoreşger avakirin û dikarîn bervaniyê li ax û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike.

Di barê avakirina du hêzên çekdar li Rojavayê Kurdistanê, serfermandarê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji PUKmedia`yê re dazanîn ku di Rojavayê Kurdistanê de, piştî raperîna 2004`an me weke komeke ciwan biryar de ku em hêzeke çekdarî ji bo parastina gelê xwe li hemberî rêjîma Ba`esê saz bikin tako gelê xwe biparêzin. Hemo aşkire kir ku wan û ew bîrdoz û projeya sazkirina artêşekê pêşkêşî hemû part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir, lê mixabin ti partiyekî erê ne kir û hemûyan jî ji me re gotin hîn zûye, heya hevalên PYD`ê jî, ji me re gotin niha zûye û hindek sebir bikin tako em jî piştîvaniya we bikin.

Heval Sîpan Hemo wiha berdewam kir; Lê di sala 2010`an de, me dît ku dibe em bilez bikin û hêza xwe amade bikin, me dest pê kir û şehîd Xebat Dêrik yek ji damezrênerê wê hêzê bû, di avakirina hêza parastina xweyî de, xwediyê roleke mezin bû,  lê mixabin di encama komployekê de, şehîd ket û piştre jî me biryar de ku êdî em bi navê hêzên şehîd Xebat tevbigerin û me karê xwe yê perwerdekirinê berdewam kir. Hemo dibêje ku wan di destpêkê de, ji ber xweparastina ji rêjîmê, leşkergehên veşartî vekirin û bi awayekî nihên di çiyayên Efrînê de, gelek xolên serbazî derxistin û bi serkeftî derbas bûn. Her weha wan di sala 2011 `an de bi fermî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand û îro jî gelê Rojavayê Kurdistanê bû xwedî hêza gelê xwe û ji Dêrka Hemkoyê û heya Efrînê YPG`ê gelê xwe diparêzin û erkê xwe li hemberî dîrokê bi cî tînin.

Di berdewamiya axiftinên xwe de , serfermandarê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê Sîpan Hemo ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku ew weke serfermandarê Giştî yê hêzên YPG`ê herdem di asta parastina rewa de tevdigerin û êrişî ti kes û aliyan nakin û tenê herêm û rûmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê diparêzin û xwedî li mafên gelê Kurd û destkeftên heyî derdikevin û wê li ser wê rêbaza xweparastina rewa berdewam bikin.

Rola Heval Egîd....


Lê felsefeya rêber Apo bû sedema ku êdî nabe ciwanê kurd xwe bike gora kesên din an xwe di xizmeta kesên din de feda bikin.
Heval Egîd dikarî naveroka felsefeya rêber Apo di warên kirdarî de bicih bike.
Pêngava 15 Tebaxê ango pêkanîna rastiya felsefaya rêber Apo di warê kirdarî de ye.
Ji ber wê jî, ev pêngav li cem mirovên kurd bi pêngveke pîroz û watedar tê bi roja vejînê naskirin û di heman demê de, li cem neyaran jî bi pêngaveke ne rewa û metirsîdar tê nirxandin.
Bi vê boneya vê yada giranûbuha, ez vê rojê li endazyarê pêngava 15'ê Tebaxê rêber APO û li rewanpakiya pakrewanê mezin û usteyê bicîkirna pêngava 15'ê Tebaxê heval Egîd û tevahiya tekoşerên riya azadiya welatê rojê û li gelê kurd û Kurdistan û mirovahiya pêşketî pîroz dik im.

Hozan Efrînî
15_8_2017

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket