Tirsa Derketina Aloziyê di Navbera Rêjîma Sûrî û YPG de

kurdistani 04:05 PM - 2017-08-10
Tirsa Derketina Aloziyê di Navbera Rêjîma Sûrî û YPG de

Tirsa Derketina Aloziyê di Navbera Rêjîma Sûrî û YPG de

Tirsa Derketina Aloziyê di Navbera Rêjîma Sûrî û YPG de

The Danger of Conflict between the Syrian Regime and Y.P.G.

Çavkanî: Enstîtûya Rojhilata Navîn 

Daner: Raw Komar 

Dîrok: 01/08/2017 

Wergerandin: NGW – Ciwan QEREMAN 

Lînk: http://www.mei.edu/…/danger-conflict-between-syrian-regime-…

Li Rojhilata Navîn, stratejiya sereke ya rêveberiya Obama û Tramp, têkbirina DAIŞ bû. Heyanî ku li Sûriyê ev stratejî bi ser bikeve, Emerîka piştgirî da Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Tiştê ku hişt ev stratejiya jî hema hema bi ser bikeve jî, nebûna dijminahiyê di navbera YPG û rêjîma Sûrî de. Piştgiriya Emerîka ji YPG re, tu hest û helwestên dijberiyê di navbera YPG li aliyekî û li aliyê din jî rêjîma Sûrî, Rûsya û Îran dernexistin. 

Heya roja îro, herdu aliyan têkiliyên dostaniyê bi hev re parastin, herwiha li hin dem û cihan de jî hevkariyeke leşkerî jî bi hev re kirin. Çawa be jî, ev aşîtî û hevkariya herdu aliyan dirêj nekir, ji ber ku armancên rêjîmê û yên YPG di derbarê dewleta Sûrî de cuda ne. Rêjîm dewleteke Ereb û navendî dixwaze, tê de federalîzm û naskirina fermî ji mafên Kurdan re (ziman û çand) nîn e. Li aliyê din jî, armanca sereke ya YPG Sûriyeke federal û nenavendî ye, ev jî tê wateya parastina zimanê Kurdî û xweseriya hêza leşkerî ji rêjîmê. 

Ev nêrînên cuda di derbarê pêvajoya piştî aloziyê de tevî gurbûna aloziyê li rojhilatê Sûriyê, dê bibe sedema derketina pevçûnan di navbera herdu aliyan de. Aloziya di navbera YPG û rêjîmê de, dê pêngava Emerîka li dijî DAIŞ serobinoyî hev bike û Waşintonê têxe navbera pevçûnên hundirîn di navbera Sûriyan de. 

Hevkariya Keysbazî: Rêjîm û YPG 

Hevkariya leşkerî di navbera YPG û rêjîmê de hevkariyeke keysbaz e, bêtirî ku mirov bibêje hevkariyek li ser bingeha armancine hevpar in. Hevkariya leşkerî ya eşkere di navbera YPG û rêjîmê de, di Sibata 2016an de dest pê kir, bi taybetî jî, dema herdu aliyan li bajarê Helebê bi hev re êrîşê komên rikberiyê kirin. 

Bêtirî wê, di Adara 2016an de, YPG herêmek nêzî Minbicê radestî rêjîm û Rûsyayê kir. YPG xwest bi vê gavê êrîşên Tirkan li ser Minbicê rawestîne, û dizanîbû ku Turkiye naxwaze bi Rûsya û rêjîmê re têkeve nava şer û pevçûnan. Ev gav li tu deverên din li Sûriyê nehat avêtin. Bi kurtasî, lihevkirina di derbarê Minbicê de, gavek bû ji bona ku pêşketina dijmineke hevbeş rawestîne. 

Hemû çalakiyên hevbeş ên keysbaz di navbera herdu aliyan de aşîtiya demdirêj ji herduyan re misoger nekir. Bi rizgarkirina Helebê re, asta hevkariya rêjîmê bi YPG re nizm bû. Weke encam, aşîtî û aramiya di navbera herdu aliyan de, bi hêsanî hildiweşe û rê ji şer re vedike, bi taybetî jî, herdu hewil didin rojhilatê Sûriyê desteser bikin.

Rojhilatê Sûriyê: Reqa û Dêrazorê 

Bi peydabûna aramî û ewlehiyê li rojavayê Sûriyê, rêjîmê berê xwe da rojhilat û ber bi Reqa û Dêrazorê ve meşiya. Niha ew û YPG di sînorê hev de ne, ev jî tê wateya gengazbûna derketina aloziyan di navbera herdu aliyan de di paşerojê de. Heman rewş di demên borî de bû sedema derketina şer û pevçûnan di navbera herdu aliyan de, weke pevçûna li Qamişlo ya di Nîsana 2016an de li ser pirsgirêka benda kontrolê. 

Di hewildaneke qedexekirina derketina şer de di navbera herduyan de, Rûsya li rojhilatê Sûriyê navendek ava kir ji bona ku rê li pêşiya pevçûna di navbera YPG û rêjîmê bigire û eger derket jî, çareser bike. Çawa be jî, nediyar e ka ev navend di vê armancê de bi ser ket an na. 

Tu Navendên Lihevhatinê nîn in: Îran, Rêjîm û YPG 

Ji bona ku dibetiya derketina şer û pevçûnan di navbera YPG û rêjîmê were qedexekirin, Emerîka dikare herduyan derbasî qonaxeke danûstandinan bike. Çawa be jî, di danûstandinan de divê nakokiyên kûr werin jibîrkirin û divê herdu alî jî dev ji nêrînên xwe yên dijber berdin. Rêjîm tu carî desthilatdariya YPG û rêveberiya xweser napejirîne. 

Rusya, dixwaze di navbera hevkarên wê de tu nakokî tune bin, YPG jî û rêjîm jî, di 2016an de pêşengtiya tûreke danûstandinan jî kir. Bi hatina Adara 2017, danûstandin bi temamî rawestî, ji ber ku rêjîmê şêweyê rêveberiya ku YPG avakirî napejirand. 

Ji bilî nepejirandina rêjîmê, Îran YPG weke gefa berjewendiyên wê dibîne. Hikûmeta Îranê bi riya ajansa nûçeyên wê ya bi navê Fars News ragihand ku ew hemû hewildanên avakirin û ragihandina rêveberiya xweser li ser xaka Sûriyê napejirînin. Weke bertek jî, YPG zimanê xwe guhart û li dijî Îran û rêjîmê dest bi daxuyaniyan kir, dibe ku ji bona bidestxistina piştgiriya derve, Erebîstana Si'ûdî weke mînak. 

Vê rikberiyê dirêj kir û qonaxa daxuyaniyan derbas kir. Îranê komek çekdar ji eşîran ava kir da ku herêmên rojhilatê Helebê li derdora Minbicê yên di bin kontrola YPG de ne, ji destê YPG bigire. Di vê navberê de, rastiya ku YPG li dijî rêjîmê şer nekirî, li ber çavên Îranê derbas nebû. Hertim, çekdarên Îraqî yên ku Îran piştgiriyê didêye, hewil didan êrîşî hevkarên Emerîka bikin – YPG jî di nav de ne – hevkarên ku tenê şerê DAIŞ dikin. 

Encam 

Nêrînên YPG û rêjîmê di derbarê dewleta Sûrî de nêzî hev nabin. Piştî binketina danûstandinên ku bi sponseriya Rûsya li dar ketibûn, êdî tu hêviyên rêjîmê di lihevhatineke bi YPG re neman. Îran jî, YPG weke destê Emerîka yê rastê dibîne û hewildana lidarxistina şerekê bi vê komê re dike, ji bo êrîşkirina Minbicê çekdaran perwerde dike. 

Rewş bi kurtasî ber bi rikberî û dijminahiyeke kûr û demdirêj ve di navbera YPG û rêjîmê de li rojhilatê Sûriyê diçe.

YPG, Rêjîma Sûrî, Rûsya, Emerîka

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket