Dîroka bav û kalan nas bikin (Êlam)..Biradost Mîtanî

kurdistani 06:11 PM - 2017-08-09
Dîroknivîsê kurd Biradost Mîtanî

Dîroknivîsê kurd Biradost Mîtanî

Kurdên delal : Va dîsa vekirina pencerekê ji dîroka me ya dêrîn û şehristanî û bi zimanê dayîka me ya KURD:

Êlem: ( 4000 – 800 BZ),

paytexta wan "SOZA"(ŞÛŞA) bû, ya ku niha 

li rojhilatê Kurdistanê ye û bi navê "ŞÛŞA" tê naskirin.

Êlamî ji kurdên çiyayî ne ber bi çiyayê Zegrosê ji Bakur ta Başûr ta Rohlat vekişiyan, zaravên wan yê kurdî hevpare bi zaravê KURDÊN Gotî û lewlebî û kaşiyan re, ji koma gelên zegrosî ne, mîna Sobarî û Horî .

Êlamî ji deşta sûsa belav bûn li herêma kendava LOR(Xelîc EREBÎ – FARISÎ) li Başûrê Iraqê, ev bû sedema şer di neqeba wan û Akadiyan de nêzîkî 2250 sal b.Z.. 

Êlamiyan bandora xwe ya zimên li Akadiyan kir di dema serokê Êlamî şoşînak de, têkilyên êkser li Bakur bi kotiyan re girêdan di dema serokên wan Bozor an Şoşînak de ,avedanî û aramî geş bû û dewlet xwert bû ,vê yekê hişt ku êlên herêmê û dewletên piçûk xwe bixne bin desthilatdariya Êlem de , serkeftinên êlemiyan dijî akadiyan hişt ku kurdên lolo û kotî ber bi deşta Mozobotamya jêrîn de biherikin û rola akadiya qels bikin.. 

Êlemiyan berê xwe dan Babil û destên xwe danîn ser bajarê Or û padîşahê wê êbîsîn dîl anîne paytexta xwe. 

Di dema malbata sogilmah de ,di 2000 b.z Êlam xwertir bû, nexasim di layê bazirganî û rêveberî û çanda olî de û bû navenda yekemîn di layê pêşketna darayî û abûrî de,di zozanên îranê tevde. 

Serleşkerekî Êlamî bi serket di layê leşkerî de û bajarê Larsa desteserkir û têde desthilatdarIya malbata xwe saz kir û berê xwe da Mozobotamya jêrîn ,kete bajarê Êsin ,Orok , Babil de bêtirî 250 salî .Ji 2025 ta 1763 b. 

Êlam kete şeran de bi AMORÎ û KAŞIYAN re.carnan bi ser diket û carnan bin diket bi serokatiya Xor Patêla.

Di dema padîşah Xopan de Êlam hêza xwe ya avedanî vegerand ,vî padîşahî bajarê ONTAŞ û Zekûra COGAZBÎBIL ava kirin. 

Padîşah Şotrok Naxontî çemê OLAY (Karon) derbas kir û bajarên Aşnona ,Dorîkalîcarzo , Sîpa û Obîs desteser kirin û di şerê Babiliyan de serket û dewleteke herî mezintirîn ava kir.

Di dema padîşahê Êlamî Kurdor Naxontî şerê giran pêkhat di neqeba wî û Kaşiyan de ,yên ku ketibûn Babil de û piştî wan şer qewimî neqeba wan û Akadiyan de, di dema padîşahê Eylemî Şolhak de ,yê ku binket di şerê Akadiyan deظ

Di sala 750 b.zde , Êlamî û babilî bûn yek dijî Aşûriyan, lê Aşûr Banîbal bi serket û Soza dagir kir ,piştre Êlamiyan xwe kirin yek bi kurdên mîdî re ta ku xaka xwe bi serokatiya MÎDIYAN rizgar kirin û tevlî dewleta wan bûn.

BIRADOSTÊ MÎTANÎ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket