Pirtûka Tevge ya Şêrko Bêkes derket

kurdistani 04:09 PM - 2017-08-07
Pirtûka Tevge ya Şêrko Bêkes derket

Pirtûka Tevge ya Şêrko Bêkes derket

Pirtûka Tevge ya Şêrko Bêkes derket û Salona Kurdistanî New mêvantî kir.

Salona Kurdistanî New, bi amadebûna hejmareke ji rewşenbîr û rojnamevanan, merasîmek ji bo helbestvanê mezin yê Kuridstanî nemir Şêrko Bêkes saz kir û di wê mwerasîmê de, pirtûka Tevge ya nameyên Şêrko Bêkes ku ji aliyê nivîskar Kemîran Subhan ve hatiye amadekirin.
Di destpêka meresîmê de, nivîskarê pirtûk Kemîran Subhan hinek li ser çawaniya komkirina nameyên helbestavn Şêrko Bêkes û çawaniya amadekirina pirtûkê şirove kir.

Her di wê merasîmê de, Kemîran Subahan bang li hemû xelkên Kurdistanê kir ku her kesên ku li cem wan name an jî nivîsên helbestvanê mezin Şêrko Bêkes hebin,  bila ji wî re bişînin tako di beşa duyemîn ya pirtûkê de biweşîne û daxwaz ji aliyên peywendîdar jî kir ku bi zûhtirîn dem, peykerê nemir Şêrko Bêkes li bajarê Silêmaniyê amade bikin û bi cih bikin.
Di dawiyê wê merasîmê de, hejmarek ji amadevanan nêrîn û ramanên xwe di warê bîranînên xwe ligel helbestanê mezin Şêrko Bêkes anîn ser ziman û têbînî û nêrînên xwe derbarê pirtûka nameyên Şêrko Bêkes pêşkêş kirin

Wêne: Hema Omer
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket