Koma Azadîxwazan ji rûniştina parlemana Êraqê vekişiyan

kurdistani 02:11 PM - 2017-08-07
.

.

Koma Azadîxwazan ya Moqtede Sedir ji rûniştina îro duşemê ya parlemana Êraqê vekişiyan.

Îro roja duşemê, 7-8-2017 li bajarê Bexdadê,  koma azadîxwazan ya ser bi Moqtede Sedir ji ber nepejirandina xalên hilbijartinan ku dengdan li ser hate dayîn, xwe ji civîna rûniştina îro ya encûmena nûneran ya Êraqê paşve vekişand.

Di wê barê de, perlemnterê koma kesk ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bextiyar Şawîs ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji ber nepejiranina xalên dengdanê li ser proseya hilbijartinan, koma azadîxwazan ên ser bi koma Sedir ve, xwe ji rûniştina îro ya encûmena nûneran vekişand.
Hêjayî gotinê ye ku îro rûniştina 12 ya encûmena nûneran ya Êraqê bû di derbarê projeya yasaya hilbijartinan ya encûmenên navxweyî û herêmî bû, lê koma azadîxwazan ya Moqtede Sedir xwe ji civînê paşve vejişand û derket derve

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket