Armenca Komkujiya Şengal tinekirina Kurdan bû

kurdistani 09:44 AM - 2017-08-03
Armenca Komkujiya Şengal tinekirina Kurdan bû

Armenca Komkujiya Şengal tinekirina Kurdan bû

Seroketiya Hevbeş ya Desteya Rêveber a Federalîzma Demokratîk  a Bakurê Sûrî ragihabnd ku oparesyona rizgarkirina bajarê Reqayê wek tolhildanek ji hezarên keçkên Êzdî re dest pêbû û deng li hemû Hêzên Navnetewî kir ku piştgiriyê bidin Gel û meclîsa Şengalê û mafê wan di hemû aliyan de Siyasî û Rêberî û Çandî de bicih bikin.

Bi boneya siyemîn salvegera Komkujiyê Şengalê,Seroketiya Hevbeş ya Desteya Rêveber a Federalîma Demokratîk dexuyaniyek ji Nêrêna Giştî re weşand û got:

"Em bi tundî komkujiya Êzdiyan a ku bi hezaran ji jin û zarok û kal û pêrên û mêrên Êzdî têde bibûn qurbanî şermezardikin,ev êrîşa ne tenê bi mafê Êzdiyan bû lê bi armanca tinekirina kok û Çandê Kurdan pê hatibû armanckirin.ji ber tinebûn hêzek ji bo parastina wan ev bûyera pêkhatû bi çeteyan pir esen bû ku keçkê wan ên bê sûc biravînin û ji xwere wek sebeya bi karbînin,her weha jî di dexuyaniyê de anîn ziman ku Şengal bû qurbaniya dabeşkirina Siyasî,tekez li ser pêwîstiyê bi Yekîtiya Niştimanî kir û got ji mafê Êzdiyane ku piştî êş û qurnaniyan bixwe xwe bi rêxistin bikin ji ber ku niha dema ku çarenûsê xwe diyar bikin e."  

Du dawiya Dexuyaniyê de destayê ji Hêzên Navnetewî xwastin ku piştgiriyê bidin Gelê Êzdî û mafên wan piştrast bikin û bal kişand ser Hêzê û aliyê Kurdî ku divê bihevra kar bikin te ku Şengal ji nû ve avabikin.ji bo tolhildanê keçên Şengalê Reqa dê di demeke nêz de ji çeteyan re bibe goristan .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket