YNK`ê tekez li ser gotara hevbeş kir

kurdistani 05:54 PM - 2017-07-31
YNK`ê tekez li ser gotara hevbeş kir

YNK`ê tekez li ser gotara hevbeş kir

Di civîna îro ya ligel koma keskê ya li parlemana Êraqê, YNK`ê tekez li ser gotara hevbeş kir.
Îro roja duşemê 31-7-2017`an li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî û berpirsê desteya kargêr ya politburoya YNK`ê Mela Bextiyar û endamê politburoya YNK`ê Sedî Ehmedî Pîra, koma keskê ya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê li parlemana Êraqê civînek pêkhat.

Her weha di wê civîna koma keskê ya YNK`ê li parlemana Êraqê ku li Hewlêrê birêve çûye,  tekez li ser bicîkirina erka serokê komê ya keskê li parlemana Êraqê kir û ew biryara politburoya YNK`ê ye û wê bête bi cîkirin.

Di civînê de, cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî  aşkire kir ku weke çawa gelê kurd yeke û xwediyê stratîjiyeke yekbuyî ye, pêwîste gotara nave rêzên  Yekîtiyan jî her yek be û hemû xwediyê gotara nete3weyî ya hevbeş bin.

Her weha di heman civînê de jîê,  berpirsê desteya kargêr ya politburoya YNK`ê Mela Bextiyar  aşkire kir ku YNK`ê gelek pêşniyarên hizbeyetî teng nepejirand ji bo parastina berjewendiyên giştî û YNK`ê ji xwe re nepejirand ku ji pirensîpên demokratiyê yên giştî xwe bi dûrxîne.

Ji aliyê xwe ve jî endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîra jî wiha nêrîna xwe anî ser ziman; Ew wek Yekîtiyan pir serfiraz in ku bi giştî berevanî li berjewendiyên giştî kirine û helwestên YNK`ê bûne wek xemîrê çareserkirina hemû pirsgirêk û aloziyan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket