Brett McGurk : Tirkiye piştgiriyê dide El Qaîdeyê

kurdistani 05:11 PM - 2017-07-29
Brett McGurk : Tirkiye piştgiriyê dide El Qaîdeyê

Brett McGurk : Tirkiye piştgiriyê dide El Qaîdeyê

Brett McGurk got ku Îdlîb a li ber Tirkiyeyê bûye qada El Qaîdeyê û pirsî “Gelo alîkarê Zevahîrî bi pereşûtê daket wê derê?”.

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê McGurk got, “Niha ew der, li ber sînorê Tirkiyeyê bûye qada El Qaîdeyê.” McGurk hişyarî da û got “Em ê li ser vê meseleyê bi Tirkan re biaxivin” û got, “Me çawa li hin herêmên DAIŞ’ê sînor girt û nehişt kes derbas bibe, dibe ku em heman tiştî li Îdlîbê jî bikin.”

Brett McGurk got ku Îdlîb a li ber Tirkiyeyê bûye qada El Qaîdeyê û pirsî “Gelo alîkarê Zevahîrî bi pereşûtê daket wê derê?”.

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê Brett McGurk di panela Enstîtuya Rojhilata Navîn de axivî û diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide El Qaîdeyê.

McGurk got ku, “Herêma Îdlîbê piştî êrîşên 11’ê Îlonê bû qada lêcihbûnê ya El Qaîdeyê. Ev kêşeyeke mezin e û ji zû ve didome. Serokên El Qaîdeyê yên ku diçin Îdlîbê gelek caran nikarin ji wê derê derkevin. Lê divê em vî tiştî bipirsin. Alîkarê Ayman El Zevahîrî yê ku serokê El Qaîdeyê ye çima û çawa diçe Îdlîbê? Çawa diçin wê derê? Ew ne leşkerên pereşûtvan in. Niha li ber sînorê Tirkiyeyê El Qaîde heye. Em ê li ser vê meseleyê bi Tirkan re biaxivin. Me çawa li hin herêmên DAIŞ’ê sînor girt û nehişt kes derbas bibe, dibe ku em heman tiştî li Îdlîbê jî bikin. Ev kêşe ji ya DAIŞ’ê cihêtir û mezintir e.”

“Di navbera salên 2013-2016’an de 40 hezar şervanên biyanî çûne Sûriyeyê. Niha nikarin têkevin Sûriyeyê, yên ketine jî wê li Iraq û Sûriyeyê bimirin. Ligel hêzên herêmî di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de me qadeke 70 hezar kîlometrekare ji DAIŞ’ê paqij kiriye. 5 milyon kesên di bin zilma DAIŞ’ê de bûn,êdî azad in. Ya herî girîng jî DAIŞ careke din nikarî têkeve herêmên ku me azad kirine. Li Iraqê 2 milyon kes vegeriyan malên xwe. Ev hejmareke gelekî mezin e. Koalîsyonê nêzî 100 hezar kes perwerde kir û ev hêz tu carî têk neçûn. Li Sûriyeyê niha 25 hezar Erebên Sunnî û 25 hezar şervanên Kurd ên QSD’ê hene. Ji sedî 40’ê operasyona Reqayê qediyaye. Operasyon wê dirêj biajo, ne bi tenê kolan bi kolan, Reqa ode bi ode tê rizgarkirin.”

McGurk got ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de hin guhertin kirine û ev guhertin wisa diyar kir:

“Ya yekemîn rêveberiya Serok Trûmp rayeya taktîkî da qedemeyên jêr ên artêşê. Bi vê biryarê re li qadê zû biryar tê stendin û encamên baş tên wergirtin. Ya duyemîn kampanyaya tunekirinê û xebatên alîkariya mirovî. Ya sêyemîn di nav koalîsyonê de karbeşî. Ya çaremîn jî qutkirina têkiliyên DAIŞ’ê yên bi cîhanê re. Bi ya min ev modeleke baş e, bi kêr tê. Em dijminan perîşan dikin. Heta ku em DAIŞ’ê ji her derê derxînin, em ê nesekinin, em ê pêkutiyê zêdetir bikin.”

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket