Peyama Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistan ji Yekîtiya Neteweyî re

kurdistani 04:00 PM - 2017-07-19
Nûnerê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistan

Nûnerê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistan

Axaftina Kordînasyona Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistan ji bo Komcivîna Netewî
Bi navê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê em hemu nûnerên partî û rêxistinên
amade bi germahiya rihê ciwanan silav dikin û bixêrhatina we hemuyan dikin. Em spasiya hevalên
KNK dikin, ku bi kedekê mezin amadekariya civîna me ya îro kirin. Di serî de em carekê din bejna
xwe beramberî hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Roja îro û destkeftiyên îro bi ked û xwîna wan
pêkane bûn û pêkanîna Yekîtiya Netewî, wê bibe pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan.
Di roja me ya îro de li çar parçeyên Kurdistanê şerê herî mezin diqewme. Li her çar aliyên
welat doza welatê me mezin dibe, gelê me li ser piyan e û ji bo azadiya xwe di nava liv û
tevgerê ye. Li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava gelê me xwe birêxistin dike, xwe perwerde
dike û li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê ye. Di vê çarçoveyê de li Rojava 2012'an şoreşa
gel a 19'ê Tîrmehê pêşket. Êdî hem li Başur hem jî li Rojava ala welatê me li ba dibe. Di
heman demê de li Bakur têkoşîna azadiyê di asta herî jor de ye û li Rojhilat jî gelê me xwe
komîserhev û bi rêxistin dike.
Hêzên dagirker beramberî xurtbûna tevgera azadiya gelê kurd bi tirs in. Ev sedan salan ew
hemu hebûn û siyaseta xwe li ser esasî înkarkirina hebûna me avakirin. Li Amed, Dersim,
Mahabad, Amûde, Helepçe, Şengal, Kobanê û Botanê talan, wêran, êş û mirin anîn ser gelê
me. Bi her awayî xwastin çanda me, zimanê me û nasnameya me tinebikin û me bikin tirk,
ereb yan fars. Lê ew siyaseta wan têkçû. Îro gelê kurd ji her demî ve xurtir e, şiyartir e û herî
muhîm xwedî tecrube, zanabûn û parastinê ye.
Ji ber vê yekê jî em îro li vir in. Êdî dema vê hatiye ku Kongra Netewî pêkwere. Em dikarin
bi zelalî bêjin ku wekî ciwanên kurd em jê re amade ne. Bi taybetî li Rojava me wekî 16
partî û 5 rêxistinên ciwanan di 31'ê meha Adarê de yekîtiya xwe di konferansa xwe ya
yekêmîn de avakir. Ji vê demê ve heta niha em di bin navê Kordînasyona Ciwanên Kurd de
xebatekê berfireh ber bi lidarxistina 4. Konferansa Netewî ya Ciwanan ve dimeşînin. Li ser
vî esasî şandeyekê me berê mehekî li Başur bi hemu partî û rêxistinên ji Rojhilat û Başur re
hevdîtin kirin û bi encamekê serkeftî vegeriyan Rojava.
Em dixwazin li ser van bingehan vir jî rexne bikin ku me wekî her rêxistinekê din tenê
nûnerek karibûn bişînin civîna me ya îro. Ê me yekîtiyekê li ser asta Rojava ye, 16 partî û 5
rêxistinan. Di pêşerojê de ev yek pêwîst e were berçav derbaskirin, ji ber ku yekîtiya
ciwanên kurd, misogeriya azadiya gelê Kurdistanê ye. Em pêşeroja welatê xwe ne û hûn
pêwîst e vê yekê bibînin, qebûl bikin û gohdarê ciwanên xwe bikin. Yê ku îro di cepheyên
şer de rojane di bin şert û mercên herî giran û zehmet de parastina me dikin, keç û xortên vî
welatî ne, ciwanên vî gelî ne. Pêwîst e rola me di şer de tenê na, di siyaseta netewî de jî
were dîtin û ciddî girtin.
Hatina me îro bi rastî şerefekê mezin e û em bi bawer in ku bi kedekê mezin û dilxwaziya
me hemuyan yekîtiya netewî pêkane ye. Yekîtiya Netewî bi xwe merca azadiyê ye, ji ber vê
yekê jî hêzên dagirker hewldidin meqasa di navbera hêzên kurdî fireh vebikin û me li
hemberî hevdu bidin bikar anîn. Erka me ev e ku em van lîstokên qirêj deşîfre bikin û li ser
vî esasî yekitiya xwe çêbikin. Ji xwe tişta ku nahêle em bibin yek dijminên me ne ku em di
mêjiyê de jî perçe kirine. Li Rojava em li gorî mufredata dewleta Baas hatine perwerde
kirin, li Bakur û Rojhilat jî hîna ciwanên me di dibistanan de li gorî zihniyeta dagirkeran tên
perwerdekirin.
Li ser van bingehan dema Kongreyekê Netewî hatiye. Ji her demî ve zêdetir pêwîstî bi vê
yekê heye, ji her demî ve zêdetir em wek gelê kurd jî jê re amde ne. Di demekê de ku şerê
herî giran li ser welatê me tê meşandin û hêzên dagirker bi lîstokên qirêj hewldidin hêzên
kurdî li hemberî hevdu bidin bikaranîn û perçebûna me kûrtir bikin, bersiva herî rast
çêkirina yekîtiya netewî ye. Ev yek jî bi pêşengtiya ciwanên kurd pêkane ye û wê bibe
dawiya dagirkeriyê.
Em dirûşmeya konferansa xwe dubare dibêjin: „Yekitiya Ciwanên Kurd Misogeriya
Azadiya Gelê Kurdistanê ye“!
Silav û rêz,

Peyam ji aliyê nûnerê Ciwanên Rojavayê Kuridstanê Ezîz Ehmo ve hate xwendin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket