Şoreşa 19`ê Tîrmehê Rastiya Dost Û Neyaran Zelal Kir

kurdistani 12:35 PM - 2017-07-19
ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ RASTIYA DOST Û NEYARAN ZELAL KIR

ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ RASTIYA DOST Û NEYARAN ZELAL KIR

5`mîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pêngveke dîrokî ji bo parastina gelê kurd û pêkhatên din yén Rojavayê Kurdistan û ên li bakurê Sûriyê dijîn e.

Ew pêngav pêkhat piştî ku êdî serhildana xelkên Sûrî ji rastiyua xwe derket û ber bi riyeke çewt û metirsîdar ve çû, rewşa Sûriyê têk bir , rastiya şoreşa aştîxwaza gelên Sûrî tevlîhev kir.
ji ber wê jî, pêwîste ku mirov raiya girîngiya wê rojê baş binirxîne û guhertin û veghurtinên ku di warê parastin û berevanîkirin li xelkê sivîl û bê tawan wek pêngaveke dîrokî û bê wêne bibîne.
Bi taybet ji ber van xalên herî girîng ve;
* Damezrandina YPG'ê û YPJ'ê û Eniya Ekrad û Hêzên Sûriya Demokratîk û asayîş û YAH û HAT û HPC û kokirina di bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk de ku wke hêzke rewa û hevpeymana Hêzên Hevpeyana Nav netewî ya li dijî DAIŞê ye ku hejmara wê 90 hezar kese û wek jêderek ji rawêjkarên Emerîkî amaje pê dikin ku ji wan 70 hezar kurdin û 20 hezar jî Ereb û Tirkman û Çerkez û Çîçan û Aşûr û Suryan nin.
* Damezrandina fêrgeh û dibistanên zimanê dayîk û amadekirina bi hezaran mamoste û şagirtên bi zimanê zikmakî.
* Damezrandina saziyên girîng ku bn bi bingeha rêvebetiya Xweseriya Demokratîk û ragihandiina wê bi riya 3 kentonan Cizîrê - Kobanê û Efrînê.

* Damezrandina desteyên rewbûnê...

* Vekirina bêhtir ji 9 nûneretiyn Xweseiya Demokratîk li welatên cîhanê.
* Rizgarkirina 42 hezar kîlo çarkoşe ji axa bakurê Sûriyê ku úji aliyê hemù çapameniya cîhanê v jêra tê gotin (ROJAVA).
* Vegerandina lîmeta kesayetiya kurdî li wê beşa Kurditanê ku ku bû bi marka herî li pêş di çepamaniya navnetewî de.
* Sazkirina girêbesta civakî bo yekemîn cr di dîroka gelê me li Rojava.

* Damezrandina Encûmena Sûriya Demokratîk ku piraniya part û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û ên pêkhatên din ku li Sûriyê dijîn tê de endam in û li nava tekoşînê de ne.

*Bi rêxistinkirina xelkên sivîl ji bo beşdarbûna li erkên xweparastinê ku ev yek girîngriîn pêngave di rewşa şer û cengê de ye.
Ev tev bi awayekî pir bihêz hatine perwerdekirin û amadekirin ji bo parastina jiyana xelkên kurd û pêkhatên ku di Rojavayê Kurdistan ê de dijîn.

* Pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên Rojavayê Kuridstanê ligel hêzên hevpeymnanên navnetewî û welatên din ên cîhanê.
Wek hûn gişt dibîsin û dizanin ku îro YPG...YPJ'ê Li cîhanê bû ye marka.
Ev roj roja vejîna rasteqîne ye ji bo kurên Rojavayê Kurdistanê ku kok ji bîr û bala ti kesî de nebû ku karekî wiha bikin.
Her weha şoreşa Rojava rastiya bazirgan û kesên xwefiroş digel kesên şoreşger û kurdperwer jihev derxist û zelal kir.
Ew kes û aliyên ku ji xwe re bi xelkê dikenîn û dilîstin tev hatin aşkirekirin.
Pîlanên neyarên gelê kurd tev riswa kir, kiryarên wan li ber çavên gel zelal kir û hebûna terorîst û nandozan ji bo xelkê kurd û Sûrî ragihand û şermezr kir û cenga giran li dijî kir.
Dibê ku mirov rastiya vê yekê jî baş nas bike ku ew hemû destkeft i felsefeya rêberê gelê kurd serok Apo pêk hatiye û her kesê ku ji wê rastiyê dûrkeve, wê gavê xwe ji rastiyan vedişêrin û ji destkeft gel jî dûr e.

Ji bo dîrokê, nabe ku mirov tiştên heyî paşguh bixe û nabe rastiyên heyî ên ronkirî, her li gorî xwe tarîk bike û ecnîdeyên neyar û nehezên doza gelê kurd pêxweştir bikin.

Ew berxwedana ku li Serê Kaniyê û Til Hemîsê û Çiyayê Kewzan û Kobanê û Efrîn û Til Eran û Tilhasilê hatiye kirin, rastiya neyar û dostan pir bi reşkawî zelal kir û aşkire kir.


Ev pêngav li we giştikan pîroz be.
Bijî Kurd û Kurdistan
Hozan Efrînî
19-7_2017

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket