Ji Şêwra Yekîtiya Neteweyî: Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye

kurdistani 05:07 PM - 2017-07-15
Ji Şêwra Yekîtiya Neteweyî: Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye

Ji Şêwra Yekîtiya Neteweyî: Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye


Şêwra Yekîtiya Netewî li Silêmanî dest pê kir

15.07.2017 10:00

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna zêdetirî 60 partiyên siyasî, bi sedan nivîskar, rewşenbîr, rûspiyan şêwra yekîtiya netewî li Silêmanî dest pê kir.

Şêwra ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo ku yekîtiya netewî ya Kurd were gotêbêjkirin xebatên wê dikir, li Silêmanî ji çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna partiyên siyasî, beşên civakî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan dest pê kir. Şêwr wê 2 rojan bidome, di şêwrê de nûnerên ji 60 partiyan zêdetir, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û rûspî hene.

Şêwr li Talary Hunar a Silêmanî bi axaftina Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade dest pê kir. Şêwr ku ji hêla gelek nûçegihan û organên medyayê ve tê şopandin wê 2 rojan bidome. Di şêwrê de protokol nehate çêkirin, di protokolê de dayikên 4 şehidên ji çar parçeyên Kurdistanê wê hebin.

Di şêwrê de tenê ‘yekîtiya netewî’ wê were nîqaşkirin. Di şêwrê de di  serî de partiyên Yekîtikiyê Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komeleya Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, Yekîtiya Civakên Kurdistanê (KCK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Baskê 3. ê Komala Rojhilat, Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilat (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokratên Pêşverû yên Kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji 60’î zêdetir wê partiyên siyasî hazir bin.

Di şêwrê de ku wê di rojan bidome, tê payin mêvan her yekê 10-15 deqe biaxivin. Li gorî agahiyên komîteya amadekar ji bo kesên ku li ser navê xwe yan jî navê partiyan biaxivin, dora axaftinê nehate danîn. Partî yan jî kes daxwaza axaftinê didine dîwanê û piştî mafê axaftinê dikarin biaxivin.

Bernameya şêwra bi tekana rojeva ‘yekîtiya netewî’ wiha ye:

15 Tîrmeh

09:00-10:00: Hevserokê KNK  Rebûwar Reşît axaftina destpêkê dike

10:00 Waliyê Silêmanî ji ber ku xwediyê malê ye wê biaxive û dîwan were diyarkirin. 10.00 – 13.00:  Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

13:00-14:430: NavberSULEMANIYE-SEWRA-YEKITIYA-NETWEYI-YA-KURDISTAN2

14:30-18:30: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

18:30: Dawî

16 TÎRMEH

9:00-13:30: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

13:00-14:30: Navber

14:00-16:30:Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

16:30-18:30: Xwendina encamnameyê û dengdana wê

18:30: Li ber çapemeniyê xwendina encamnameyê.

SILÊMANÎ – Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd di şêwra yekîtiya netewî de axivî, û diyar kir ku pêkanîna yekîtiya netewî ne xeyalperestî ye. Her wiha Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade got:” Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye”.

Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade got, ‘’Ey Kurdino, êdî bes e! Êdî roja we hatiye. Gelemşeyên di navbeyna xwe de çareser bikin, li hêlekê deynin û  li gorî rola ku dîrokê li ser we ferz kiriye tevbigerin.’’

Li Silêmanî di Şêwra Yekîtiya Netewî de ku KNK’ê amade kiriye, piştî ku dîwan hate hilbijartin bernameyê dest pê kir. Ji bo dîwanê Adem Uzun, Perwîn Ezîz, Ebdulkerîm Omer, Dr. Farûq Cemîl û Bêrîtan Mustafa hatin hilbijartin. Li ser navê dîwanê Adem Uzun xweşhatinî li ser navê komîteya amadekar li mêvanan kir û piştre Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axaftineke kurt kir.

Kemalîzade got ev nêzî 40 rojî ye ku bi partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re hev dibînin û got: ‘’Ez malavayiyê li we hemûyan dikin ku îro bi peywireke netewî rabûne û hatin vir. Ev nêzî 40 rojî ye ku bi partiyên siyasî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê re em hevd dibînin. Xweş derbas bû hevdîtinên me. Hemû nûnerên partiyan ên ku em bi wan re rûniştin kêfxweşiya xwe nîşan dan û gotin ew ê tevlî şêwrê bibin. Em komîteya amadekar ji vê rewşê pir şad in.

Diyar kir ku gefên li ser Kurdistanê bi hemû hêzên siyasî re bi berfirehî axivîne û got ‘’Dema ku em li hev rûdiniştin me pêvajoya nazik a Rojhilata Navîn û Kurdistanê gotûbêj kir. Îro êdî dema wê ye ku gefên ku me bal kişandiye se wan berterefa bikin, projeyan deynin, biaxivin, nîqaş bikin û van pratîze bikin. Heke di li vê cografyayê em nebin aktor em ê bibin faktor.’’

Kemalîzade got, ‘’Em jî, hûn jî nûnerên Kurdan in. Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye’’ û domand: ‘Li bendê ne ku em projeyeke hevpar diyar bikin. Her wiha çavê dinyayê li ser me ye. Ew jî heke em bibin yek wê hesabê me bikin. Gerîlayên me, pêşmergeyên me, şervanên me hene. Divê li gorî vê em bernameyekê deynin. Em hêvî dikin ku di vê şêwrê de em bikaribin bernameyekê deynin.’’

Kemalîzade got: ‘’Ey Kurdino, êdî bes e! Êdî roja we hatiye. Gelemşeyên di navbeyna xwe de çareser bikin, li hêlekê deynin û  li gorî rola ku dîrokê li ser we ferz kiriye tevbigerin. Bijî Kurd û Kurdistan.’’

Paşê, Hevserokê KNK’ê Reşîd li şêwrê axivî û got:”Daxwaza ku gelê Kurdistanê ji mêtingeriyê rizgar bibe û azadiya xwe bi dest ve bîne ne xeyalperestyî ye. Bi vî rengî wê derfet çêbibe ku Kurd tevlî karwanê mirovahiyê bibin.’’

Rêbiwar Reşîd diyar ku ew hêvî dikin ku piştî guftûgoyên du rojan ew encamek baş pêşkêşî gelê Kurd bikin û got: “Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bihev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê.”

Hevserokê KNK’ê Rêbuwar Reşîd di şêwra yekîtiya netewî de axivî, diyar kir ku pêkanîna yekîtiya netewî ne xeyalperestî ye û got, ‘Ji bo ku Kurd tevlî karwanê mirovahiyê bibin yekîtiya netewî şert e.’’

Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê ya KNK’ê bi tevlêbûna gelek partiyên siyasî, rêxistin, nivîskar, rûspiyan li Silêmanî didome.

Hevserokê KNK’ê Reşîd li şêwrê axivî û got: ‘’Daxwaza ku gelê Kurdistanê ji mêtingeriyê rizgar bibe û azadiya xwe bi dest ve bîne ne xeyalperesyî ye. Bi vî rengî wê derfet çêbibe ku Kurd tevlî karwanê mirovahiyê bibin.’’

Rêbiwar Reşîd diyar ku ew hêvî dikin ku piştî guftûgoyên du rojan ew encamek baş pêşkêşî gelê Kurd bikin û got: “Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bihev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê.”


Peyama KCK`ê di Şêwra Neteweyî de: Divê Kurd teqez yekîtiya xwe saz bikin

15.07.2017 12:24 

SILÊMANÎ – Peyama KCK’ê li Şêwra Yekîtiya Netewî hate xwendin. Di peymanê de hate gotin, ‘’Dîrokê û gelê me li ser me ferz kiriye ku em Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî pêk bînin.’’

Endamê dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto bi navê KCK’ê, ji bo Şêwra Yekîtiya Netewî ya KNK’ê peyamek xwend û destnîşan kir ku Yekîtiya Netewî, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk were çareserkirin pêwîst û ferz e. KCK diyar kir divê Kurd teqez yekîtiya xwe saz bikin.

Di komxebata KNK ya li Silemanî de Peyama KCK’ê ji aliyê endamê dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto ve hate xwendin. KCK destnîşan kir ku di şerê li Rojhilata navîn de mijara sereke statuya gelê Kurd e û ji bo kurd statuya xwe bi dest bixin divê ji hêza xwe bawer bin û berî her tiştî yekîtiya xwe saz bikin. KCK got, “Divê teqez em yekîtiya xwe saz bikin, bi hedefa azadiya Kurdan û demokratîk kirina Rojhilata Navîn di pêvajoya siyasî de roleke çalak bilîzin.”

Her wiha KCK destnîşankir ku yekîtiya netewî mecburiyetek e û heya pirsgirêka Kurd bi awayekî yekpare neyê çareserkirin, ti garantiya çareseriyeke li parçeyan çêdibe nîne. KCK`ê  bal kişand ku yekîtiya netewî wezîfeyek ku dîrok û gelê Kurd li ser milê partiyên siyasî ferz dike û diyar kir ku di mijara Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî de amade ne ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê wan pêk bînin. KCK got: “Pir şaş e ku pirsgirêkên di navbera hindek partiyên siyasî de li pêşiya yekîtiya netewî asteng werin dîtin. Li dewsa ku em pirsgirêkan weke astengiyeke li pêşiya Yekîtiya Netewî bibînin, Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî weke platformeke çareseriyê ya hemû pirsgirêkên xwe dîtin, wê nêzîkatiyeke hîn rastir be.” KCK her wiha daxwaz kir ku xebatên yekîtiya netewî bi nîqaşên komxebata KNK re sînordar nemînin, derbasî asteke jor bibin û tê de prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Netewî werin nîqaşkirin.

Berfirehiya peyama KCK ku di komxebatê de hate xwendin wİha ye:

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn rû dide. Helbet, bêgûman wê di encama vî şerî de, wek di şerê cîhanê yê yekemîn de bûye, pergaleke nû ya Rojhilata Navîn û cîhanê bê avakirin. Di rewşa heyî de pirsgirêka wê Kurd di nava pergala nû ya Rojhilata Navîn û Cîhanê de cih bigire an negire, bûye mijare sereke ya şer. Ev,destkeftî û yan jî wendakirinên Kurdan wê ne tenê çarenûsa Kurdan, jêdera xwe ji diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn jî digire. Ji ber ku bûyîna xwedî statû ya Kurdan an jî nebûn, wê karektera sîstema nû diyar bike. Eger Kurd bibin xwedî statû, ev ê bide nîşan ku pergala nû ya Rojhilata Navîn li ser hîmên demokratik dê were avakirin. Di vê rewşê de ne tenê Kurd, wê hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest û pêkhateyên civakî yên cûda jî bigihin mafên xwe yên rewa û azadiya xwe. Lê eger Kurd bê statû bimînin, wê di serî de Kurd hemû gelên Rojhilata Navîn mîna di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de bû, wê rû be rûyê pergalên qirkirinê yên mezin werin.

KURD DIVÊ JI HÊZA XWE BAWER BIN

Di vî şerî de rewşa Kurdan a girîng, ji me re hem derfetên azadiyê yên mezin pêşkêş dike, hem jî metirsî û talûkeyên mezin di nava xwe de dihewîne. Metirsî, ji ber Kurd û Kurdistan di navenda vî şerî de cih digire. Ji ber aliyên şer hema bêje li ser Kurd û Kurdistanê pev diçin. Di vî şerî de hêzên dagirker û statûkoparêz di pêşengiya dewleta Tirk de li dijî Kurdan cih girtine. Nabe ku em bifikirin yên daxwaza guhertina statûkoyê dikin, li pişt Kurdan in, evê bê wateya şaşitiyeke mezin. Bi kurtahî li dijî êrîşan Kurd, neçar in ku bi hêza xwe bawer bin û pişta xwe bidin hêza xwe. Lê, divê were zanîn ku tiştê ku ji bo Kurdan xeter û metirsîdar e, di heman demê de di nava xwe de derfetên azadiyê jî ji bo Kurdan pêşkêş dike. Ev jî rastiyek e. Ji lewma di navenda şer de cih girtin, ji bo Kurd û Kurdistanê helwest û sekneke stratejîk jî dide qezenc kirin. Eger ev rol û sekna Kurdan baş were nirxandin, wê ji bo Kurdan azadî, ji bo Rojhilata Navîn jî demokrasiyê bîne.

Bêguman rol û girîngiya Kurdan a di vî şerî de, bi saya têkoşîna gelê me ya li çar parçeyên Kurdistanê û bi saya berdêlên mezin pêk hatiye. Di encamê de li çar perçeyên Kurdistanê û qada nav netewî de destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Niha hêzên mêtînger ên bi pêşengiya dewleta Tirk, dixwazin destkeftî, rol û misyona Kurdan a heyî ji holê rakin. Hêzên navdewletî jî van destkeftiyan li gorî projeyên xwe yên siyasî bikartînin. Ev yek ji bo Kurdan rewşeke pir metirsîdar û xeter e. Her çiqas sedemên vê rewşê dîrokî bin jî, hêzên navdewletî û dewletên dagirker wek çavekî tunekirin û bikaranînê li Kurdan dinêrin, sedema vêya jî, Kurd bi xwe ne. Parçebûna di navbera hêzên Kurd de her tim û bi berdewamî daxwaza qirkirina Kurdan a ji aliyê hêzên dagirker û mêtinger ve mezin dike, heta dem dem xizmetê ji vê yekê re dike.

Dîsa ev rewşa parçebûyî a Kurdan, avakirina têkiliyên stratejîk bi hêzên naxnetewî re jî asteng dike. Ji ber li holê saziyeke li ser navê tevahî Kurdan mûxatab bê girtin nîne, herkes Kurdan li ser esasê pêkanîna armanc û projeyên xwe dibîne. Bi kurtayî li ser navê hemû Kurdan ji xwe re muxatabekî pê re dijminatî yan jî dostayî bike nabîne. Ji ber wê li holê ne dijminê Kurdan, ne jî dostên Kurdan hene. Dijmin xwe di nava vê parçebûna Kurdan de vedişêrin, dost jî derfet nabînin ku xwe eşkere bikin. Ji ber wê jî hêzên dagirker neyartiya li dijî Kurdan dibin navê filan partiyê yan jî saziyê de vedişêrin, dost jî bi Kurdan re tenê li pişt deriyên girtî hevdîtinan pêk tînin.

Hemû partiyên Kurd têkiliyên xwe bi hêzên cûda yên herêmî û navnetewî re hene. Bêgûman hemû partî, bi navê Kurdan hewl didin ji van têkiliyan hêz bigirin. Lê divê ev baş were zanîn ku çavkaniya esasî ya hêzgirtinê ya Kurdan, di Yekîtiya Netewî de ye. Yekîtiya Netewî, weke xezîneyeke Kurdan ya hîn devê wê ne hatiye vekirin e. Hevparkirina hêza heyî ya Kurdan a di qada siyasî, leşkerî û dîplomatîk de, wê sînerjiyeke muezem derbixe holê. Yekîtiyeke wisa wê encamên xwe yên siyasî yên cidî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Rojhilata Navîn hebe. Ji lewma divê teqez em yekîtiya xwe saz bikin, bi hedefa azadiya Kurdan û demokratîk kirina Rojhilata Navîn di pêvajoya siyasî de roleke çalak bilîzin.

Yekîtiya Netewî, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayeke yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk çareserkirinê mecbûriyetek e. Di fezayeke ku hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî de, ne gengaz e ku pirsgirêkeke Kurd ya li parçeyeke Kurdistanê ji parçeyên din qut, were çareser kirin. Heta ku pirsgirêka Kurd bi awayekÎ yekpare neyê çareser kirin, ti garantiya çareseriyeke li parçeyan çêdibe nîne. Di demeke de ku Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên xwe heye jî, dibin pêşengiya dewleta Tirk de pêkhatina tifaqeke dijî Kurd ya hêzên mêtînger vê rastiyê pir bi awayeke vekirî radixe berçavan. Ji lewma divê Kurd bi şêweyeke yekgirtî, çareseriya pirsgirêka Kurd li ser hemû mûxatabên xwe ferz bike. Ji ber ku tu dewleteke mêtînger, nikare di heman demê de dijminahiya hemû Kurdan bigire, berçav. Hêzên ku heta niha li dijî Kurdan bihevre di nava tifaqê de bûn, dema ku Kurd bûn yek ji bo Kurdan re tifaqê bikin, wê bihevre bikevin nava pêşbaziyekî de.

Yekîtiya Netewî ne tenê ji bo ji pêşketinên siyasî yên konjektûrî re bibe bersiv, pêwîst û ferz e. Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî, wê hem bibe platformeke çareseriyê ya di nava Kurdan de, hem jî weke saziyeke bingehîn ya demokrasiya Kurdan pêwîst û ferz e. Kurd ku li Rojhilata Navîn bûne qurbanê dewlet û saziyên dij demokratîk, ji hemû kesê zêdetir pêwîstiya xwe bi zêhniyet, jiyan û saziyên demokratîk heye. Kurdîtiyeke di nava xwede çanda demokrasiyê nede rûnişkandin û saziyên demokratîk ava neke, wê ne bikare pirsigrêkên xwe yên navxweyî çareser bike, ne jî gengaze ku pirsgirêkên xwe yên bi dewletên desthilatdar re çareser bike. Pir şaşe ku pirsgirêkên di navbera hindek partiyên siyasî de li pêşiya yekîtiya netewî asteng werin dîtin. Li dewsa ku em pirsgirêkan weke astengiyeke li pêşiya Yekîtiya Netewî bibînin, Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî weke platformeke çareseriyê ya hemû pirsgirêkên xwe dîtin, wê nêzîkatiyeke hîn rasttir be.

Yekîtiya Netewî ku ji Ehmedê Xanê heya niha daxwaza herî mezin ya gelê me ye, bi dehan rêberên îsyanan, piştî ezmûnên bi êş, sedema binkeftinên xwe, bi ne pêkanîna yekîtiya netewî ve girêda ne. Xeyalê Ehmedê Xanê, her nefereke Kurd yên zarokên bi êş yên ezmûnên bi ser Şêx Seîd, Seyîd Riza, Berzencî û Qazî Mihemed de hat ji me pêkanîna Yekîtiya Netewî dixwazin. Tevgera me, ji dema ava bûye ve heya niha Yekîtiya Netewî hem weke şertê serkeftinê ya têkoşîna azadiya gelê me, hem jî weke pêwîstiyeke jiyana demokratîk dîtiye.

Ji lewma em ji vir dûbare û bi awayeke eşkere dibêjin ku Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî, wezîfeyeke ku dîrok û gelê me li ser me partiyên siyasî ferz dike ku em pêk bînin. Em Tevger, di mijara Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî de amade ne ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê me pêk bînin. Ji lewma em vê komxebatê, weke gaveke pir hêja û watedar ya ji bo yekîtiya netewî hatiye avêtin dibînin. Em ji we hemû beşdarvanên hêja û şandeya KNK’ê daxwaz dikin ku xebatên Yekîtiya Netewî, bi nîqaşên li vir werin meşandin re sînordar nehêlin, derbasê asteke jor bibin ku  tê de prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Netewî werin nîqaşkirin.’’


Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî bi dawî bû


15.07.2017 19:33

NAVENDA NÛÇEYAN – Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî ku ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin, bi dawî bû.

Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî ya ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve hate lidarxistin temam bû. Di roja yekem a şêwira bi beşdariya 350 nûnerên ji çar parçeyên Kurdistan, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspiyan pêk tê de, bi axaftin û projeyên yekîtiya netewî ya partiyên siyasî hatin pêşkêşkirin.

Piştî axaftina destpêkê ya KNK’ê û hilbijartina dîwanê û şûnde, rûniştina yekem a ku bi axaftinên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan dom kir, wê sibehê jî dewam bike.

Di rûniştina yekem de, Yekîtî Nîtîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, Koma Civakên Kurdistan (KCK), Bizûtnewey Îslamî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komele Komunîstî Îran, Partiya Komunîstî Kurdistan, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye, Partiya Çep a Kurdên Sûriye, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava, Rêxistinên Jinan li gel gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspî mafê axaftinê girtin û axivîn.

Tê payîn ku sibehê piştî rûniştinê û şûnde ji bo yekîtiya netewî û Kongreya Netewî nexşerêyek diyar bikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket