Şêwra Yekîtiya Netewî Kurdistanê dest bi karên xwe kir

kurdistani 04:51 PM - 2017-07-15
Şêwra Yekîtiya Netewî Kurdistanê dest bi karên xwe kir

Şêwra Yekîtiya Netewî Kurdistanê dest bi karên xwe kir

Şêwra netewî  li Talarê Hunar a bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî,ji aliyê endamê rêveberiya KNK`ê Adam Uzûn dest pê kir û hemûm kes vexwend bo rawestandina xulek li ser rewanpakiya pakrewanên mkurd û Kurdistanê û piştre jî banghêşta serokê şandeya KNK`ê ya diyaloga ligel aliyên siyasî û sivîlî Tahir Kemal Zada kir ji bo pêşkêşkirina raporata derbarê kar û xebatên xwe ênb ligel wan aliyên peywendîdar encam dane.Her weha Tahir Kemalîzade dest pê kir.

Di şêwrê de, di derbarê pêşxistina Yekîtiya Netewî were gotûbêj kirin. Her weha wê di  serî de partiyên Yekîtikiyê Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komeleya Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, Yekîtiya Civakên Kurdistanê (KCK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Baskê 3. ê Komala Rojhilat, Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilat (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat ya  Pêşverû ya  Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêhtir ji 60  partiyên siyasî amadebûne.

Di şêwrê de ku wê di rojan bidome, tê payin mêvan her yekê 10-15 deqe biaxivin. Li gorî agahiyên komîteya amadekar ji bo kesên ku li ser navê xwe yan jî navê partiyan biaxivin, dora axaftinê nehate danîn. Partî yan jî kes daxwaza axaftinê didine dîwanê û piştî maf


Bernameya şêwra bi tekana rojeva ‘yekîtiya netewî’ wiha ye:

15 Tîrmeh

09:00-10:00: Hevserokê KNK  Rebûwar Reşît axaftina destpêkê dike

10:00 Waliyê Silêmanî ji ber ku xwediyê malê ye wê biaxive û dîwan were diyarkirin. 10.00 – 13.00:  Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

13:00-14:430: Navber

14:30-18:30: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

18:30: Dawî

16 TÎRMEH

9:00-13:30: Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

13:00-14:30: Navber

14:00-16:30:Axaftina partiyên siyasî, şexs, sazî, beşên cihê yên li ser yekîtiya netewî û pêşniyar.

16:30-18:30: Xwendina encamnameyê û dengdana wê

18:30: Li ber çapemeniyê xwendina encamnameyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket