Silêmanê; Panêlek ji bo piştgiriya Efrînê birêve çû
kurdistani 11:31 AM - 2017-07-14Silêmaniyê: Panêlek ji bo piştgiriya Efrînê birêve çû
Li bajarê Silêmaniyê, panêlek li ser rewşa Rojava û Efrînê bi rêve çû.
Di wê barê de, endama navenda piştgiriya li ezmûna xelkê Rojavayê Kurdistanê Rewşen Qasim ji PUKmedia`yê re ragihand ku bi dirûşma "Efrîn Kelaya Berxwedan Û Tekoşînê Ye", di roja çarşemê 12/7/2017'an, li bajarê Silêmaniyê di hola Otêla Birêz a Serçinarê de, panêlek derbarê êrişên Tirkiyê li ser Efrînê ji aliyê Navenda Piştgiriya Li Ezmûna Xelkê Rojavayê Kurdistanê ve birêve çû..
Rewşen Qasim di berdewamiya axiftina xwe ji bo PUKmedia`yê re aşkire kir ku di heman demê de jî, kempîna îmzekirinê li dijî gef û êrişên Tirkiyê li ser Efrînê dest pê kir ku her mêvan an endamekî ku beşdarî wê panêlê bûn, îmze û navê xwe jî tomar kirin tako neyar têbighin ku her çiqas nakokiyên partiyan hebin, lê gotina cada kurdî her yeke û wiha ye: " Na ji bo dagîrkeriya Tirkiyê ji Efrînê re û bijî tekoşîna leheng û mêrxwasên Efrînê ".
Her weha nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî li Herêma Kurdsitanê Hozan Efrînî jî nêrîna xwe di komcivînê de da û got; Ez dixwazim rastiyekê bînim ser ziman ku niha rewşa Efrînê û Şehbayê ji hemû deverên Rojavayê Kurdsitanê metirsîdartire û pêwîste ku hemû aliyên kurdî û ên demokratîxwez di navçe û cîhanê de têkevin tevgerê tako ew karestê ku li ber Efrîn û Efrîniyan pêk neaye.
Efrînî di dirêjahiya axivtina xwe de, bang li civata ewlehiya navnetewî û hemû aliyên peywendîdar li cîhanê kir ku êdî dem kurdte û derenge werin xwedî li prencîpên xwe derkevin û ew danazanên ku we ji bo parastina mafên mirovan daye ragihandin û wajokirin biparêzin û xwedî lê derkevin.
Hozan Efrînî di dawiya axivtina xwe de wiha zelal kir; Ez wek welatiyekî xelkê Efrînê û rojnamevan û çalakvanek banga hemû aliyên peywendîdar ci ên kurd û çi ên navnetewî dikim û sibê nebêjin me nizanibû, an jî bihaneyên cur bi cur negerin, ji niha ve em dibêjin ku rewşa ewlehiya xelkên Efrînê ên sivîl di metirsîdariyê de ye û eger her êrişeke mezin pêkwere wê karesteke bê wêne bi ser bêhtir ji 1 milyon kes ve bê û êdî derenge û werin xwedî li soz û peymanlên xwe derkevin ku we ji salên 1948`an ve dane û wajo kirine tako mafên mirovan biparêzin.
Di dawiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re Rewşen Qasim dazanîn ku piştgiriya li xebat û xweragiriya Efrînê bikin tako em tekez bikin ku Başûr jî dengê Efrînê ye, her weha pêşniyara girêdana kongireyeke li ser asta Kurdistanê bê pêşxistin û daxwaz hat kirin ku her kesên ku bixwaze dikarin bibin endamê navendê.
PUKmedia-Nazlî Remedan
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19