Malala li Herêma Kurdistanê Salbûna Xwe ya 20an bi Zarokan re Pîroz Dike
kurdistani 09:34 AM - 2017-07-14Malala Yusivzai
Malala Yousafzai, xanima ji regez Pakistanî û xwedîya xelata Nobel ya Aştiyê, di salvegera 20an ya jidaykbûna xwe li herêma Kurdistanê ligel zarokan derbas kir.
Malala weke parêzvana mafê zarok û jinan li cîhanê tê naskirin, îsal bi seredanekê çû herêma Kurdistana Îraqê û giha bajarê Hewlêr bi armanca destek dayîn û piştevanî kirina zarokan û şopandin rêbazên perwerda zarokan li herêmê.
Wek tê zanîn jiber şerê DAIŞ'ê li Îraq û herêmê û dagîrkirina Mûsil û herêma Şengalê ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ji sala 2014an heya nûha, hezaran malbat ji sermal û ciyên xwe koçber bûne û zarok bê xwedî mane û ji xwendinê bê par bûne.
Herweha bi sedan jin û keçên Êzidî weke koleyên sex'ê ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve hatine bikar anîn û çarenivîsa piraniya wan hêjî nediyare.
Malala Yousafzai, roja 12î Tirmeha sala 1997 li bakurê rojavayê Pakistanê hatîye dinê, her ji zaroktîya xwe wê bi navên nepenî rexna desthilata Talîban dikir û daxwaza perwede û hînbûna zarokên keç dikir, lê sala 2012an jiber vê daxwaz û îsrara bervanî ji mafê jin û zaroka kirinê, rastî êrîşeka çekdarên Talîban hat li Pakistanê û di encam de birîndar bûbû.
Malala Yousafzai di salên dawiyê de weke ji 100 kesên bi bandor li cîhanê hatîye dîtin.
Di salên bûrî de jî, Malal ligel zarokên Nigeria, Ûrdon, Lûbnon, Kêniya û Rwanda civîya ê salbûna xwe bi wan re parve kir bû, îsal ew çû Kurdistan- Îraqê, herêma ku gelek zarok koçber bûne û ji xwendinê bê par bûne.
Mala got ku, ji ber wan zarokên ji Îraq û Sûriyê koçber bûne û li vê herêmê dijîn, demê xwe bi wan re derbas bikim.
Peyama Malala jibo hemû zarok û keçan ewe ku, bi xwe bawer bin û bixwînin, herweha bang li desthilatdarên Pakistan û Efganistanê jî dike, daku rê bidin keç û zarokên wan bixwînin û bigehin asta roşenbîriyê, jiber ku keç û jin nîva her civakekê ne, dema nexwendevan bimînin ew dê bibin sedema paşketina civakê jî.
PUKmedia-dengeamerika.com
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19