Behcet Ebdo: Divê Amerîka Alîkarîya Efrînê Bike

kurdistani 04:35 PM - 2017-07-13
 serokê nû yê desteya berevanî û xweparastinê li Kantona Efrînê Behcet Ebdo

serokê nû yê desteya berevanî û xweparastinê li Kantona Efrînê Behcet Ebdo

Di hevpeyvîneke taybet de bi Dengê Amerîka re, serokê nû yê desteya berevanî û xweparastinê li Kantona Efrînê Behcet Ebdo êrîşên artêşa Tirk yên bi ser Efrîn û herêma Şehba de nirxandin.

Serokê desteyê ev êrîş bi pêngava rizgarkirina Reqayê ve girêdan, û weke hewildana astengkirinê ji alîyê Tikîyê ve nîşan dan.

Ebdo ragihand ku ew jibo her êrîşekê amade ne ku berevanîya xwe bikin.

"Amadekarîyên me ji her êrîşekê re hene, ji kîjan alî dibe bila bibe, hemû hêzên me di rewşa seferberîyê de ne û gelê Efrînê jî li pişta hêzên YPG'ê û YPJ'ê ye".

Derbara helwesta Rûsya de ku bargeheke wê li Efrînê heye, Ebdo Rûsya rexne kir û dîyar kir ku ew dûr nabînin ku jibo armanckirina Efrînê rêkeftinek di navbera Rûsya û Tirkîyê de hebe.

"Eger Rûsya bê helwest bimîne, emê jê re bêjin ji Efrînê derkevin. Bi rêya vekeirina derî li hember êrîşên Tirkîyê, Rûsya dixwaze fişarê li Efrînê bike ku rejîmê derbaz Efrînê bike, lê em ti car rê nadin vê yekê."

Serokê desteya berevanî û xweparastinê, bang li koalîsyona navneteweyî û Amerîka jî kir ku alîkarîya Efrînê bikin û rê nedin Tirkîyê ku êrîş Efrînê bike.

"Hêzên niha li Efrînê: YPG'ê, YPJ'ê û Artêşa Şoreşgeran beşek ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ne ku Amerîka piştgirîya wan dike, loma divê Amerîka destê alîkarîyê ji Efrînê re dirêj bike."

 Newroz Reşo

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket