Di Êrîşekê de 4 Polîs li Pakistanê Hatin Kuştin

kurdistani 04:30 PM - 2017-07-13
 Di Êrîşekê de 4 Polîs li Pakistanê Hatin Kuştin

Di Êrîşekê de 4 Polîs li Pakistanê Hatin Kuştin

Di êrîşeke mîlîtanên îslamî de 4 polîs îro Pêncşemê li başûrê rojavayê Pakistanê hatin kuştin.

Berdevkekî hikûmeta Belucistanê ji VOA re got ku polîsên kuştî, li paytaxt Quetta erka xwe ya rojane pêk tînan, dema ew çekdaran otomobîla wan sekinand û gule li ser wan reşandin.

Karbidestên Pakistanî ragihand ku di nav polîsên kuştî de rêvebirek jî heye û êrîş ji alîyê Cemaatul Ehrar hatiye kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî vê heftê Cemaatul Ehrar wek rêxistineke terorîst bi nav kiribû.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket