Li Silêmanî Xwepêşandan ji bo piştgiriya Efrînê

kurdistani 09:46 AM - 2017-07-12
Li Silêmanî Xwepêşandan ji bo piştgiriya Efrînê

Li Silêmanî Xwepêşandan ji bo piştgiriya Efrînê

Duh roja sêşemê 11-7-2017`,Endam û Berpirsên Hevpeymana Niştimanî a Demokratî Sûrî şaxa Silêmanî di demjimêr 5`de li çalakiyê ji bo piştgiriya Efrînê li dijî êrîşên Artêşa Tirk li ser gund û Navçeyên Efrînê û Şehbayê beşdar bûn.
Di heyama Xwepêşandanê de Rêxistinên Sivîl û Polîtîkyên Kurdistanê êrîşên Dewleta Tirk li ser navçeyên Şehba û Efrînê şermezarkirin.Her weha jî li wir Endamên Xweseriya Demokratîk û Yekîtiya Federal û Kongireya Netewî ya Kurdistanê û serkarên Tevgera Civakê hinek ji Rêxistinên Sivîl jî lê beşdar bûn.
Arêf Mûrşid serokê Hevpeymanê şaxa Silêmanî di axaftina xwe de di Xwepêşandanê de êrîşên Tirkiyê  a ku te niha gelek sivîl têde şehîd birîndar bûne de şermezar kir ,Mûrşid spasî û dest xoşê li helwetên pitgiriya Efrîn û Şehbayê kir û bi taybet gelê Silêmanî.Di dawiya axaftinê xwe de Arêf Mûrsid bang li hemû Çalakvan û Rewşenbîran kir ku şalakiyên xwe ên ji bo piştgiriya Efrîn û Şehbayê berfirehtir bikin te ku dengê xwe bigînin serensera Cîhanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket