Silêmaniyê: Panêlek ji bo piştgiriya Efrînê birêve diçe

kurdistani 10:11 AM - 2017-07-11
Silêmaniyê: Panêlek ji bo piştgiriya Efrînê birêve diçe

Silêmaniyê: Panêlek ji bo piştgiriya Efrînê birêve diçe

Li bajarê Silêmaniyê, panêlek li ser rewşa ARojava û Efrînê bi rêve diçe.

Di wê barê de, endama navenda piştgiriya li ezmûna xelkê Rojavayê Kurdistanê Rewşen Qasim ji PUKmedia`yê re ragihand ku bi dirûşma "Efrîn Kelaya Berxwedan Û Tekoşînê Ye", wê roja çarşemê 12/7/2017'an, li bajarê Silêmaniyê di hola Otêla Birêz de, panêlek derbarê êrişên Tirkiyêji aliyê Navenda Piştgiriya Li Ezmûna Xelkê Rojava birêve biçe.

Rewşen Qasim aşkire kir ku di heman demê de jî, kempîna îmzekirinê li dijî gef û êrişên Tirkiyê li ser Efrînê dest pê dike, bila neyar têbighin ku her çiqas nakokiyên partiyan hebin, lê gotina cada kurdî her yeke û wiha ye: " Na ji bo dagîrkeriya Tirkiyê ji Efrînê re û bijî tekoşîna leheng û mêrxwasên Efrînê ".
Di dawiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re Rewşen Qasim dazanîn ku  piştgiriya li xebat û xweragiriya Efrînê bikin tako em tekez bikin ku Başûr jî dengê Efrînê ye, vexwendin ji bo her kesî ye .

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket