Sedemên Beralîbûna Turkiyê di Aloziya Kendavê de ji Qeterê re

kurdistani 05:55 PM - 2017-07-09
.

.

Ji despêka aloziya Kendav-Qeter ve, û birîna Erebîstana Si’ûdî, Îmarat, Behrên û Misirê têkiliyên xwe yên siyasî û aborî bi Qeterê re bi bihaneya piştgiriya rêxistinên terorîst, Turkiyê di 5 vê mehê de hewil da ku bi rola navbênkariyê di navbera herdu aliyan de bilîze da ku alozî kûrtir nebe û çareyeke lezgîn jê re were dîtin. Lê hema bi hilweşîna hewildanên Turkiyê re û zêdebûna dewletên ku têkiliyên xwe bi Qeterê re birîn, Enqerê xwe da refê Dohayê û piştgiriya wê di warê siyasî, aborî û leşkerî de kir da ku li hember rêbazên dewletên Kendavê li ber xwe bide.

Pêşketinên Helwesta Turkî

Helwesta Turkî di vê aloziyê de, di sê qonaxan re derbas bû:

1- Qonaxa yekemîn: Bêalîbûna nisbî û lîstina rola navbênkar

Ev qonax ji roja despêkê ve dest pê kir (5/6), rayadarên Turk, di serî serokwezîr û wezîrê karê derve, ji ber vê gavê mixabiniya xwe nîşan dan û banga çareserkirina vê aloziyê kirin, tekez kirin ku ji bona dîtina çareyekê, Turkiye amade ye.

Her wiha serokê Turkiyê jî, û bi riya gelek telefonan bi serokên dewletên Kendavê û cîhanê re hewil da vê aloziyê çareser bike. Bi Mîrê Kuwêtê, Erebîstana Si’ûdî, Qeter, Behrên, Urdun, serokê Rûsya, Fransa, Endonîzya, serokwezîrê Lubnanê û Malîzyayê. Di van hemû axaftinan de tekez kir ku çareserkirina aloziyan li herêmê bi riya danûstandinan û dîplomasiyê girîng e, û amadebûna welatê xwe jî diyar kir da ku ev pirsgirêk ji holê rabe.

2- Qonaxa duyemîn: Beralîbûna Turkiyê ji Qeterê re û li hember rêbazên dewletên Kendavê derketin

Vê qonaxê di 7/6 dest pê kir, bi daxuyaniya Erdogan re, dema ragihand ku rêbazên dewletên Kendavê li dijî Qeterê ne di cih de ye, karekî ne mirovî ye, û tekez kir ku ew ê Qeter bi tenê nehêle û hemû cûreyên piştgirî û alîkariyan pêşkêşî Qeterê bike. Ev rêbaza Turkiyê jî piştî binketina wê di hewildanên çareserkirinê de derket holê. Bi kêmbûna xwarinê re ji ber siyasetên dewletên Kendavê bi Qeterê re, Turkiyê hemû pêdiviyên Qeterê peyda kir û jê re şand.

Li kêleka piştgiriya siyasî û aborî, Turkiyê alîkaiya leşkerî jî da Qeterê, di 8/6 de perlemana Turkiyê hevpeymana şandina hêzên Turkî ber bi Qeterê ve erê kir. Ji xwe ev hevpeyman di 28 Nîsana 2016an de di navbera wezîrên parastinê yên herdu dewletan hatibû mohrkirin. Niha di Qeterê de, 200 şêwirmendên leşkerî yên Turk hene, hêzên Qeterî perwerde dikin, û tê payîn jî ku wê Turkiye 3000 heya 5000 leşkerên xwe bişîne.

3- Qonaxaa sêyemîn: piştgiriya Qeter û hewildana çareserkirina aloziyê bi hev re

Vê qonaxê jî di 9/6 de dest pê kir, Turkiyê hewil da ku bi Erebîstana Si’ûdî, Behrên û Kuwêtê re têkeve nava danûstandinan. Erdogan ji Padîşahê Erebîstana Si’ûdî xwest ku bibe serkêşê çareya vê aloziyê. Di 10/6 de, Erdogan wezîrê karê derve yê Behrênê pêşwazî kir û xwest ku ev alozî beriya bidawîbûna meha Remezanê çareser bibe.

Di 12 vê mehê de, wezîrê karê derve yê Turkiyê bi balyozê Erebîstana Si’ûdî, Îmarat û Behrênê re civiya , di 13 mehê de jî heman wezîr got ku welatê wî bi Fînlanda re hewil didin ku di rojên pêş de platformekê di vê derbarê de li Stenbolê li dar bixin.

Li beranberî hewildanên çareserkirinê, Turkiyê di piştgiriya Qeterê de berdewam e, aliyên din jî rexne dike, bi taybetî her sê dewletên Kendavê Erebîstana Si’ûdî, Îmarat û Behrên tevî Misirê.

Armancên Turkiyê

Helwesta Turkiyê di piştgiriya Qeterê de vedigere gelek armancan:

1- Qeter hevalbendê sereke yê Turkiyê li herêma Erebî ye, siyasetên herdu dewletan li hember pirsgirêkên herêmê mîna hev in, bi taybetî pirsgirêkên Sûriye, Îraq û Lîbya, herdu dewlet piştgiriya rêxistinên Îslama siyasî dikin, di serî de rêxistina Îxwan El-Musilmîn (Birayên Musilman) û ji bo siyaseta wan li herêmê, herdu dewlet vê rêxistinê bi kar tînin.

2- Piştî hilweşîna pergala Îxwan El-Musilmîn (Birayên Musilman) li Misirê û lawazbûna bandora wê di aloziya Sûrî de, nêzîkbûna Qeter ji Turkiyê re xortir bû. Her wiha fişarên dewletên Kendavê li ser Qeterê ji bona ku piştgiriya rêxistinên Îslama siyasî rawestîne hişt ku Turkiye û Qeter bêtir nêzî hev bibin. Têkbirina Îslama siyasî tê wateya hilweşîna projeya Turkî li herêmê.

3- Xwedî biryarên li Enqerê dibînin ku armanca fişarên li ser Qeterê sînorkirina piştgiriya Îslama siyasî ye, û lawazbûna hêza wê li herêmê ye. Tê payîn jî ku piştî Qeterê wê Turkiye be, bi taybetî jî zelal e ku siyasetên Enqerê eynî yên Doha ne.

4- Turkiye ditirse ku encamên vê aloziyê wê neyînî bin, û wê bandoreke xirab li ser razemeniyên Turkiyê çêbikin, razemeniyên Turkiyê di Qeterê de nêzî 20 milyar dolar e, piraniya wê di beşên çandinî, geşt, bank û kirîn û firotina zeviyan e. Evya jî wê bandoreke neyînî li ser aboriya Turkiyê çêbike, aboriya ku hîna ji encamên xirab ên derbeya Tîrmeha 2016an rizgar nebûye, her wiha kêmbûna piştgiriya Erdogan di hundir de jî roleke wê ya neyînî li ser aboriyê çêkiriye.

5- Turkiyê hewil da ku bi qutbûna têkiliyên bazirganî yên Erebîstana Si’ûdî û Îmarat re, hemû tişt û miştên xwe di bazara Qeterê de belav bike û bifiroşe, bi taybetî, piştî ambargoya Rûsî ya li ser Turkiyê, li lewre, ev alozî ji Turkiyê re erênî hat.

Du Çareyên Gengaz

Tê payîn ku, li kêleka standina hin rêbazan li gorî pêşketinên aloziyê, piştgiriya Turkiyê ya siyasî, aborî û leşkerî ji Qeterê re wê bidome, lê hema bi vî awayî:

1- Çareya Yekem:

Zêdebûna Turkiyê hewildanên xwe bi dewletên Kendavê re, bi taybetî Erebîstana Si’ûdî û Kuwêt da ku vê aloziyê çareser bike û nehêla mezin bibe, a din jî, ji bona ku alozî nekeve navbera Turkiyê û dewletên Kendavê jî.

Ev rêbaza Turkî wê were wateya ku piştgiriya Turkiyê ji Qeterê re nayê wateya dijminahiya wê bi dewletên din re.

2- Çareya Duyem:

Avakirina kwalisyoneke (Turkî-Îranî-Qeterî) bi piştgiriya Rûsya li hember kwalisyona (Si’ûdî-Îmaratî-Misrî) bi piştgiriya – li gorî nêrîna Turkiyê – Emerîka. Eger hewildanên çareseriya aloziyê vala derkevin, wê Turkiye bi vê gavê rabe, ji ber ku eger rewş wisa bidome, wê Turkiye têkeve nava dorpêçeke herêmî û hêza wê li herêmê wê lawaz bibe.

Çavkanî: Navenda El-Mosteqbel ya Lêkolîn û Vekolînên Pêşketî

Daner: Ebduletîf Hîcazî

Dîrok: 15/06/2017

Wergerandin: NGW – Ciwan QEREMAN

Girêdanka jêder: Sedemên Beralîbûna Turkiyê di Aloziya Kendavê de ji Qeterê re

 2017-06-22

PUKmedia- NGW

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket