5 partiyên Rojava xwepêşandan li dijî Tirkiyê dikin

kurdistani 05:42 PM - 2017-07-04
Wêneya xwepêşandana roja yekşemê li Efrînê

Wêneya xwepêşandana roja yekşemê li Efrînê

Partiyên Rojavayê Kurdistanê di belavokekê de, piştîvaniya Efrînê kirin.
Li gor belavokeke ku ji aliyê partiyên kurdî ve ji bo xelkên Rfînê bi tevayî piştgiriya berxwedanvanên Efrînê li dijî gefên Tirkan û çeteyên wan bikin, Îro belavokeke weşandin ku wêneyek ji PUKmedia`yê re hatibû şandin û tê de daxwaz ji xelkên Efrînê kirine ku tevlî xwepêşandanên nerazîbûnê bibin li dijî êrişên Tirkiyê .

Her weha derbarê Efrîn û ew dorpêçkirina 5 salan û her weha êrişên komên çete ji Efrînê re û hilkirina darên Zeytûnê û henaran û şewtandina genim û dexlên welatiyan û birîndarkirin û şehîdkirina xelkên sivîl  li ser wê yekê, 5 partiyên Rojavayê Kuridstanê belavokek derxistin û şermezariya gef û êriş û reftarên dewleta Tirkiyê kirin ku li dijî Efrîn û Şahbayê birêve diçe.
Ji aliyekî din yê wê belavokê aşkire dikin ku berpirsyartiya wê aloziyê û ew êrişên tê kirin, li stuya civaka navnetewî de ye Emerîka û Rûsiya ye.

Her di heman belavokê de, ji gelê Efrînê daxwaza beşdarbûna li xwepêşandana roja çarşemê ya berfereh li Efrînê kirin ku bi awayekî pir çalak tevlê wê xwepêşandana aştîvanî bibin tako ew êrişên Tirkiyê û komên çete bêne şermezarkirin.

Partiya Demokreata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

Komîteya Dîplomatîk ya TEV.DEM`ê

Partiya Demokrata Kurdê Sûrî

 Efrîn  4 / 7 /2017

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket