Tirkiyê topbarana Efrînê kir û malbateke Şahbayê tev şehîd bûn

kurdistani 03:20 PM - 2017-07-04
Tirkiyê topbarana Efrînê kir û malbateke Şahbayê tev şehîd bûn

Tirkiyê topbarana Efrînê kir û malbateke Şahbayê tev şehîd bûn

Artêşa Tirkiyê ji duhî hêvarî ve û heye vê sibê, navçeyên ser bi kantona Efrînê û Şahbayê topbaran dikir.

Her li gorî jêderên agahdar û li gorî malpera Ru Mafê ya Şahbayê ku di encama topbarankirina wan navçeyan de, jina bi navê Sebah Îsa jî di nava de 4 sivîl birîndar bûn.Lê piştî wê yekser birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn û niha li jêr çavdêriya dermankirinê ne..

Di barê êriş û topbarankirin û moşekbarankirina artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha  êrîşên xwe li ser gundê Yazî Bax û Keferanton yên herêma Şehbayê zêde dike. Di demjimêr 03.00’an de bi dehan top li gundan ket. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên ji heman malbatê bi giranî birîndar bûn.

Jêderan aşkire dikin ku navên kesên ku jiyan xwe ji desta dane  ev in: Dayika bi navê  Xezala Yûsif (40), Mûawiya EL-Yûsif (13), Tebarik EL-Yûsif (13). Birîndar jî ev in: Xensa EL-Yûsif (18), Rinda EL-Yûsif (23), Fîdaa EL-Yûsif a (19) û Aya EL-Yûsif(16).

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket