Politburoya YNK`ê ; ji bo rizgarkirina Mûsilê belavokek belav kir

kurdistani 02:13 PM - 2017-06-30
.

.

Politburoya YNK`ê ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destên terorîstên DAIŞê belavokek belav kir.

Piştî ku bajarê Mûsilê ji çeteyên DAIŞê bi tevayî hat pakirin, Ykîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di barê wê de, belavokek weşand û tê de 6 xal şirove kirin.
Rizgarkirina Mûsilê ku wek paytexta xelîfeta manawî û stratîjî ya DAIŞê bş, di vê qonaxa hestyar dijwar û xwînî ku rûbirûyê teror dibin de, serkevtineke pir mezin û dîrokî bû, lê ev jî naye wateya ku bi yek carî metirsî ji holê rabû ye, ji ber ku hîn jî erkên girîng di qonaxên pêş me de mane tako bi yekcarî terora DAIŞê ji binî ve bê hilkirin, ev 6 xalên herî girîng pêwîstin bi liberçavangirtin.:

1-Stratîjiyeta ramanî û guhertinên civakî ya ku bîrdoza DAIŞê ji kokê ve rake were pejirandin û bi dûketina ew sedemên ku bûne zemîn ji bîrdoza tund û tîjî ên ku ji terorê re tên esankirin.
2- Aşkirekirina jêderên darayî û aborî û locistîkî ên terorê, ew jî pêwîstî bi hevrêziya navnetewî heye tako bi yasayên leşkerî ên berfereh heye.

3- Vekirina dosyaya taybet bi tawanên DAIŞê  li dadgehên navnetewî û bi cînosaydkirina kurdên Êzîdî û rizgarkirinawan û aşkirekirina cihên revendin û çarenivîsa wan giştikan.

4- Berdewamkirina êriş û operasyonên leşkerî ên pêşmerge û artêşa Êraq û Hevpeymanên Navnetewî li dijî DAIŞê heya ku bi tevayî jinav diçin û ji bo dest pêkirina meşq û perwerdeya pêşmerge ji bo rizgarkirina Hewîceyê.
5- Avakirin û sazkirina navçeyên wêrankirî û vegerandina awere û penaberan û peydakirina pêdewîstiyên wan.
6- Kûrkirin û bihêzkirina canê pêkvejiyanî û aştiyane di navbera hemû pêkhatên Êraqê de..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket