Hevpeymana Niştîmanî ya Demokratî Sûrî Federesyona Penaberên Êraqê xelat kir

kurdistani 12:26 PM - 2017-06-21
Hevpeymana Niştimanî Demokratî Sûrî Federeyonî Penaberên Êraqê xelat kir

Hevpeymana Niştimanî Demokratî Sûrî Federeyonî Penaberên Êraqê xelat kir

Bi boney roja Cîhanî ya Penaberan, bi çavdêriya Federasyona Giştî ya Penaberên Êraqê, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên hizbî û hikûmî û rêxistinên sivîl, di hotêla Girend Mîlînyom ya li bajarê Silêmaniyê, ahenga bîranîna 62`mîn ya peymnanameya roja cîhanî ya penaberan hat lidarxistin.

Her weha di wê ahengê de, Şandeyak ji Hevpeymanên Niştimanî Demokratî Sûrî jî di wê ahengê de beşdar bû û hijmarek nûnerê saziyên sivîl û hikumî û Partiyê Siyasî ên Êraqê û Kurdistanê jî lê beşdar bûn, bi xoleke bêdeng bo rêzgirtin ji rewanpakiya pakrewan û nemiran re, dest bi karê ahengê bû.

Piştî gotara federesyonê û ya rêveberiya nexweşxaneya Şoreş li Silêmaniyê, peyama Heveymana Nîştimanî ya Sûrî ji aliyê nûnerê wê li Herêma Kurdistanê û Êraqê Arif Xelîl Mûrsid endamê Desteya Cêbicêker ya Hevpeymana Nişîtimanî ya Demokrata Sûriyê di axaftinê xwe de, bi vê boneyê bal kişand ser peymana ku 139`dewletan li ser îmzekiriye di 28-6-1951`an de ya ku bi navê Peymana Penaberan hatibû binavkirin got: Em ji wê dewletan daxwez kir ku bi hevre kar bikin ji bo qedexekirina destekdayîna bi komên çekder û bi dawîkirina rewşa zehmet ya Penaberan û vegerandina Aştiyê û Ewlekariyê li navçeyên wan welatiyên penaber.

Her weha jî Mûrşid bi navê Hevpeymanê ji tevahiya Rêxistinên taybet bi karûbarên Penaberan daxwezkir ku Penaberên Rojava germbikin ji bo ku vegerin navçeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê xwe.

Ji ber pêşkeşkirina alîkariyî û piştgiriyê ji Penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê re, di dawiya axaftinê xwe de, Arif Mûrşid spasiya Federesyona Giştî ya Penaberên Êraqî kir û bi navê Hevpeymanê mertala rûmet û hurmet ji aliyê Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymanê, birêz Alî Şahîn pêşkêşî serokê  Federasyona Giştî ya Penaberên Îraqê Arî Celal kir.

PUKmedia-Nazliye Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket