Nêrînên rewşenbîr û lêkolînerên kurd li ser êrişên li dijî Efrînê

kurdistani 07:27 PM - 2017-06-17
Nêrînên rewşenbîr û lêkolînerên kurd li ser êrişên li dijî Efrînê

Nêrînên rewşenbîr û lêkolînerên kurd li ser êrişên li dijî Efrînê

Şervanên YPG û YPJ êrişên çete û terorîstan li eniya navçeya Cindirsê şikanandin.
Di 12-6-2017`an de, li kantona Efrînê, çendîn car êrişên dijwar ji aliyê çeteyên Eniya Nusre û Ehrarê Şamê ve pêkhatin û di encamê de, tev têkşikîn.

Di wê barê de, jêdereke ewlehiya Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihand ku şeva12-6-2017`an de, li navçeyên Îska û Daret Ezê, yên ser bi kantona Efrînê, komên çekdar ên ser bi Ehrarê Şamê û Eniya Nusreyê, êrişî ser gundên Îska û derdora wê kirin û di encamê de, pevçûnên pir dijwar rûda û gelek kuştî û birîndar ji wan çêbûn û paşva reviyan.
Jêdera ewlehiya Efrînê di daxuyaniya xwe de aşkire kir kuli gorî wan aliyên terorîst ên êrişker ku serleşkerê wan yê bi navê Ebu Elî Eloterî ligel 3 serleşkerên din ên bi navê Mihemed Dîb Gênco û Ehmed Dibis û Berekat Şatir ku ji aliyê hêzên YPG-YPJ`ê ve hatiye kuştin ligeL 48 çekdaran.

Di derbarê êrişên li ser gundwarên Efrînê, me wek PUKmedia`yê pirsyarek arasteya çalakvan û rewşenbîrên kurd kir tako em li rastiya wan êrişan nêzîk bibin û ji raya giştî û xwendevanên PUKmedia`yê re zelaltir bikin.
Me bi vê pirsyarê dest pê kir: Gelo hûn êrişên li Efrînê çawa dinirxînin û rizgrkirina Reqayê wê çi bandorê xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çéke.?

- Çeleng Omar: Tê xwestin kiwalsyona navdewletî û Rûsîya ji van êrîşan bê deng nemîne

- Biradost Mîtanî; Rizgarkirina REQAYÊ wê sînorên ROJAVA bi tayebet û yên fedraliya bakurê SÛRÎ bi giştî xwertir bike

- Sêvdîn Arafat; Bê guman armanca tirkiya ya serke êdî ji her kesî re diyar bûye; ew jî ew e ku Kurd li Rojava nebin rêveberiyeke serbixwe yan jî federalîsim yan jî dewleteke serbixwe pêk neyênin,

- Musa Silêman; Rizgarkirina Reqayê wê guherîneke giring daxe meydanê, wê kurd roleke mezin di pêşnûmeya Sûrya nûjen bilîzin. Ev yek qet ne di hesabê keseki de bû.

Nêrîna lêkolîner û şirovekarê siyasş Çeleng Omar..


* Di wê bare de, lêkolîner û şîrovekerê siyasî Çeleng Omer nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re da û wiha got;
Êrîşa hemwext a komên çete weke Cebeht El-Nusre û Ehrar El-Şam li ser Efrîn û Şehbayê xuya dike ku pilana wan li navendekê hatîye danîn, engo navendên artêş û MÎTa Tirk, ji xwe ev komên çete desteka dewleta Tirk in û pirojeyên wê di nava axa Sûriyê de pêktînin, lewma ev êrîşa wan a dawî, di çaroveya hewldanên Tirkîyê yên astengkirina pêşketina Kurdan û hevalbendên wan tê şîrove kirin.
Şirovekarê siyasî myê kurd di berdewamkirina nêrînên xwe de, amaje bi wê yekê kir ku piştî ku Tirkiye ji pêngava rizgarkirina Reqayê hate dûrxistin û piştevanîya rasterast a kiwalisyonê ji YPGê û HSDê re, Tirkîye zanî êdî ew Ii rojhilatê Ferêt nikare tiştekî bike, lewma berê xwe dide Efrîn û Şehbayê û bi êrîşa komên girêdayî wê dixwaze herêmên dagîrkirî li Babê û Ezazê bi navçeyên di bin kontrola çeteyên wê de li Îdlibê ve girêbide taku mîrgeheke îslamperest ava bike û dîsa xwe bighînin bajarê Helebê, çimkî Efrîn van deveran ji hev dibere, lewma êrîşên wan dê bidomin û dê hewl bidin derbaz Efrînê bibin û gundên rizgarkirî li Şehba dagîr bikin, vêca destdirêjî û zêdegavîyên Tirkiye li ser sînorê Efrînê jî diomin û bi heman armancê ne.
Her weha di bare pîlanên wan komên çekdar li ser Efrînê de, lêkolînvan Çeleng Omer wiha got; Ev hewldan dê têk biçin, ji ber ku gelê me ji pêlanên çeteyan û dewleta Tirk hişyar e, her wiha hêzên Rojava û Bakurê Sûrîyê di amadebaşîyê de ne ji bo berevanîyê li ber axa xwe, her wiha tê xwestin kiwalsyona navdewletî û Rûsîya ji van êrîşan bê deng nemîne, û destekê bidin hêzên li Efrîn û Şehba ta xwe biparêzin çimkî ew îro bi sed hezaran penaber û sivîlên ji çeteyan revîyane hembêz dikin. Her wiha tê xwestin van herêmên çete tê de bi cih bûne, bêne rizgar kirin, ji xwe ti cudahî di navberê van çeteyan û DAIŞê de tune ye, lewma şerê terorê divê li derê bête kirin.


Nêrîna nivîskar û rewşenbîr Biradost Mîtanî..


* Rewşenbîrê kurd Biradost Mîtanî ji kantona Cizîrê nêrîna xwe li ser pirsyara PUKmedia`yê de, gelo hûn êrişên li Efrînê çawa dinirxînin û rizgrkirina Reqayê wê çi bandorê xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çéke.? wiha got; Weke îro rêjîma TIRK di siyseta xwe ya navxweyî û  herêmî û navdewletî  de têk diçe  û lawawz dibe , piştî kiriyarên wê dijî demuqrasiyê û piştî  hevalbendiya wê ya bi hêzên tûndirew re xweşik  şikere dibe û ji encama wê siyasetê hervandina hevbendiya wê ya bi dewletên  kendavê re û wilo nakokiyên di navbera çeteyên  wan de ên parçebûne di neqeba SI'UDIYÊ û QETER de , lewra di xwaze vê şikandina xwe veşêre û beriya têkçûna wê di bakurê SÛRÎ de û berya ew civînên deswerdana  wê di SÛRÎ de mîna ASÎTANA û yên weke wê bên li darxistin , di xwaze destkeftinan bi dest bixe , lê biser neket , lewra ew civînên ASÎTANA hatin paşxistin ser daxwaziya wê , qaşo li benda serkeftinane. Wilo têkçûna hevalbendên wê yên xwe dikin rikbera SÛRÎ bi navê hemahingê ya hişt ku ERDOGAN bi lez destwerdana herêmên ROJAVA li EFRÎNÊ bike û di bala wî de serkeftinan ji wan hevalbendên xwe re pêk bîne , lê weke em zanin ku YPG û YPJ li herêma EFRÎNÊ weke hercar wan pîlanên wê yên dagirkerî  têk dibin û di şikînin û bidihan ji çeteyên wê tên kuştin û wilo ruxandina zirx û tankên wê .

Lêkolîner û dîrokzan Mîtanî wiha jî der4barê aliyê din ya liva Tirkiyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê anî ser nivîs; Ji layekî din ve ne windaye ku rêjîma TIRK di siyseta xwe ya kilasîkî de dijî doza KURDÎ ye li ku deverê be , lewra  dema xweseriya demuqrat biser dikeve di bakurê SÛRÎ de û gelê kurd û pêkhateyên  wê dighîne hev , pîlanên ERDOGAN ên gelaciyê û dagirkeriyê  tev pûçtir dibin , nexasim ev serkeftinên leşkerî yên ser destên HSD pêktên li TEBQA û niha ev serkeftinên ku  lezgîn û mezin li REQA pêktên bi piştgiriya hêzên hevalbendiya navnetewî , bi taybet EMERÎK ya ku nehişt TIRKIYÊ bi tu rolê rabe , vê yekê hişt ku TIRKIYÊ bin bikeve di pîlan û siyaseta xwe  , lewra  astengiya ji HSD re çê dike û êrîşî heremên EFRÎNÊ dike , jibo HÊZÊN SÛRIYA DEMUQRAT HSD  mijûl bike û hevalên xwe yên DA'IŞÊ firyad bike ji destên wan mêrxasan  li REQAYÊ, mixabin dibin çavên ROSYA re , ya ku bêdengiya wê di hêle ku TIRKIYÊ berdewam bibe di destwerdana xwe di ROJAVA û bakurê SÛRÎ û SÛRÎ de

Her weha di derbarê girîngî û bandora rizgarkirina Reqayê de, Mîtanî wiha nêrîna xwe anî ser ziman: Rizgarkirina REQAYÊ wê sînorên ROJAVA bi tayebet û yên fedraliya bakurê SÛRÎ bi giştî xwertir bike û aramiyê ji hemû pêkhateyên wê re bi giştî û ji KURDAN re bitaybet tabîn bike , dema ku hêzên tûndirew dûr û qelis dibin  û ew serkeftin wê bibe hêz ji doza KURDÎ re û bingeheka xwert jê re ava bike , jiber ku ev serkeftin bi serkirdeya hêzên kurdî ye yên ku têde YPG û YPJ hîmên sereke  ne ji HSD .
Serkeftina rizgarkirina REQA wê bibe egerên dengvedan û ragihandineka xwertir ji doza KURDÎ re li cîhanê û di çareserkirina pirsgirêka SÛRÎ de , KURD dê bibin aliyek sereke di guftûgoyên bên  de bi rêjîmê û aliyên ku rast bixwazin pirsgirêka SÛRΠ çaraser bikin .
Rizgarkirina REQAYÊ wê bihtir girêdana rêvebiriya xweser  bi hevbendiya navnetewî re bi serokatiya EMERÎKA wê   xwertir bike, jiber wê herdû alî vala bibin ji stracîciyên siyasî û çaksazî û bajarvayê re li ROJAVA û bakurê SÛRÎ û dibe ku ew derfet pêwendiyê kurdan jî pevre xwertir bikin û wilo derfet wê bihtir bên ji aliyê ABORÊ û geşepêdana wê di hemû layan de , nexasim şikandina dorpêçkirina aborî ya ser ROJAVA .
Nêrîna helbestavn û nivîskar Sêvdîn Arafat..

* Her di heman pirsyarê de, helbestvan û nivîskarê kurd Sêvdîn Arafat wiha nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re anî ser nivîs: Êrîşên li Aferînê û Rizgarkirina Bajarê Rûkayê: Bê guman armanca tirkiya ya serke êdî ji her kesî re diyar bûye; ew jî ew e ku Kurd li Rojava nebin rêveberiyeke serbixwe yan jî federalîsim yan jî dewleteke serbixwe pêk neyênin, ji lew re jî êrîşên tirkiyayê her berdeam in, li Aferînê û seranserî Sînorê Sayiks-Pîko. Ew dixwaze Kurdan bi darê kotekê û cenga qirêj bişkîne û li ser wî sînorî ji Serê Kaniyê ta bigihe Aferînê tirkmenan û ereban niştecî bike, ew her naxwaze ku cîranê wî Kurd bin; tê bîra me tevan dema dayîş li wan sînoran bû tirko gelekî aram bû û qet şerê wan nedikir; berûvajî vê her alîkriya leşkerî û locistî ji wan re jî dikir; petrol bi nirxekî arzan ji daqyîşê dikirî.

Helbestvanê kurd derbarê xwesteka Tirkiyê ji êrişên ser Efrînê wiha got; Ango Tirkiya dixwaze programa xwe yî kevin-nû bi cî bîne tunekirina Kurdan û bitirkirina sînorê Rojavayê Kurdistanê, ji ber tirkiya guhertinê li cîhanê pê ktên nade ber çavan û hemî netewe û pêkhatan weke tirk dibîne; ji lew re her roj li ser zimanê serek-komar û hemî berpirsyaran ev slogan tête gotin; Yek ziman, yek al, yek netewe û yek dewlet. Rizgarkirina Rûkayê nêzîk dibe û wê bandora wê bi guhertina Rojava û sûryayê pir mezin be, wê Kurd nêzîkî pêkanîna fêdralîzmê bibin û welatên cîhanê wê danpêdanê bi Rojavayê Kurdistanê re bi fermî bikin bê ku li Şamê binerin; rê jî wê li ber rizgarkirina Cirablisê , Babê û Idlibê vebe, li gor min Kurd wê ne rawestin ta ku xwe bighînin ava derya navîn a sipî; eger hat weha bû Başûrê Kurdistanê jî wê ji bin bandora tirkyayê derkeve; petrol û bazirganî wê di rêya Rojava re têkeve sûka cîhanî.

Her di barê bandora rizgarkirina Reqayê paytexta DAIŞê de jî wiha bi zelalî nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re anî ser nivîs; Rizgarkirina Rûkayê wê sûrî jî ji hêza herî tundrew rizgar bike û girêdan wekî berê ji Dêrika Hemko ta şamê wê pêk were, Esed jî wê nema kari be wekî berê sûrî bi rêve bibe, ji ber baregehên Emerîka û dewletên din li Rojava hatine damezirandin û bi ti awayî ew welat wê nehêlin ku hêzên Esed û havalên wî nêzî wan herêman bibin. Emerîka û Israyîl nahêlin hêzên Îranê ji Tehreanê ta Bexdayê ta sinorî iraqê-sûrî-urdinê û şamê bigihin hev; ji ber ev dê pir xeternak be ji Israyîl, hêzên Emerîkî û Kurdan re, Emerîka pir wane ji şerê îraqê û qayîda girtine û nahêle bi ti awayî tu hêz nêzî hêzên wan bibin. Bê guman armanca her çar welatên dagîkerên Kurdistanê bidorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê û bi çemberkirina hêzên Kurdan ên leşkerî ye; ji ber ji rexê tirko ve û başûrê Kurdistanê ve ango ji bakur û rojhilat ve û çember heye, ew her çar dewlet jî dixwazin niha çemberê ji başûr û rojava ve jî pêk bînin di rêya hêzên Esed re û avakirina heyva-şîhî ji Tehranê ta Bexdayê ta Tenefê û Şamê; eger ev pêk hat hêzên Emerîka, Kurdan û Rûsiya jî dikevin bin agirê wan hêzann û dikevine nava çembera wan, bi ti awayî wê hemî Ewrûpa, Israyîl , Rûsiya û Emerîka nehêlin pilana sûrî, Tirkî, îranê û îraqê pêk were.

Nêrîna aktervanê kurd Musa Silêman

*Her di heman babetê de, aktervanê kurd yê li Almanyayê dijî, nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re anî ser nivîs û wiha got: Rizgarkirina Reqayê wê guherîneke giring daxe meydanê, wê kurd roleke mezin di pêşnûmeya Sûrya nûjen bilîzin. Ev yek qet ne di hesabê keseki de bû, ne Rûs, ne faris ne jî tirk û rejîma sûryeyê. Serkeftin û qezencên kurdan ev tevî xistine meraqn û qan qeswet dike.
Musa Silman derbarê pîlanên êrişkerên ser Efrînê wiha dinrixîne; Jji ber rê li ber operasyona Reqayê nema te girtin, ew niha dixwazin, astengiyan derxin, da ku hêzen kurda mihûl bikin. Ji projên wan, derxistina şer li eniyeke dûrî Reqayê, ango Efrîn û şandina otombîlên bombekirî, da rewşê tar û mar bikin.
Aktervanê kurd di dawiya nivîsa xwe ya ji PUKmedia`yê re ev anî ser nivîs: Ew xweş dizanin ku nema dikarin li hember hêza kurda sekeftiyên mezin bikin, loma armancên wan bûne tolhilandin û mijûlkirin vê hêzê. Bi kurtî di dema îro de tu pêşnûmeyen dagirkirina hêla êfrîne tune.

PUKmedia-Hozan Efrînî-Macid Mistefa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket