YPG-YPJ li Efrînê pîlananên neyaran têkdidin

kurdistani 06:53 PM - 2017-06-17
Biradost Mîtanî

Biradost Mîtanî

Di arestekirina 2 pirsyarên PUKmedia`yêde ku ji kesayetiyê rewşenbîr ê kurd li navçeya Girkêlegê ya kantona Cizîrê mamoste Biradost Mîtanî, me hem di raportê de bi cî kir û hem jî wek gotar ji xwendevanên xwe re weşand.

Evê li xwe re bersivên mamoste Biradost Mîtanî ji PUKmedia`yê re ne.

(B1)- weke îro rêjîma TIRK di siyseta xwe ya navxweyî û  herêmî û navdewletî  de têk diçe  û lawawz dibe , piştî kiriyarên wê dijî demuqrasiyê û piştî  hevalbendiya wê ya bi hêzên tûndirew re xweşik  şikere dibe û ji encama wê siyasetê hervandina hevbendiya wê ya bi dewletên  kendavê re û wilo nakokiyên di navbera çeteyên  wan de ên parçebûne di neqeba SI'UDIYÊ û QETER de , lewra di xwaze vê şikandina xwe veşêre û beriya têkçûna wê di bakurê SÛRÎ de û berya ew civînên deswerdana  wê di SÛRÎ de mîna ASÎTANA û yên weke wê bên li darxistin , di xwaze destkeftinan bi dest bixe , lê biser neket , lewra ew civînên ASÎTANA hatin paşxistin ser daxwaziya wê , qaşo li benda serkeftinane. Wilo têkçûna hevalbendên wê yên xwe dikin rikbera SÛRÎ bi navê hemahingê ya hişt ku ERDOGAN bi lez destwerdana herêmên ROJAVA li EFRÎNÊ bike û di bala wî de serkeftinan ji wan hevalbendên xwe re pêk bîne , lê weke em zanin ku YPG û YPJ li herêma EFRÎNÊ weke hercar wan pîlanên wê yên dagirkerî  têk dibin û di şikînin û bidihan ji çeteyên wê tên kuştin û wilo ruxandina zirx û tankên wê .
Ji layekî din ve ne windaye ku rêjîma TIRK di siyseta xwe ya kilasîkî de dijî doza KURDÎ ye li ku deverê be , lewra  dema xweseriya demuqrat biser dikeve di bakurê SÛRÎ de û gelê kurd û pêkhateyên  wê dighîne hev , pîlanên ERDOGAN ên gelaciyê û dagirkeriyê  tev pûçtir dibin , nexasim ev serkeftinên leşkerî yên ser destên HSD pêktên li TEBQA û niha ev serkeftinên ku  lezgîn û mezin li REQA pêktên bi piştgiriya hêzên hevalbendiya navnetewî , bi taybet EMERÎK ya ku nehişt TIRKIYÊ bi tu rolê rabe , vê yekê hişt ku TIRKIYÊ bin bikeve di pîlan û siyaseta xwe  , lewra  astengiya ji HSD re çê dike û êrîşî heremên EFRÎNÊ dike , jibo HÊZÊN SÛRIYA DEMUQRAT HSD  mijûl bike û hevalên xwe yên DA'IŞÊ firyad bike ji destên wan mêrxasan  li REQAYÊ, mixabin dibin çavên ROSYA re , ya ku bêdengiya wê di hêle ku TIRKIYÊ berdewam bibe di destwerdana xwe di ROJAVA û bakurê SÛRÎ û SÛRÎ de
(B2)- Rizgarkirina REQAYÊ wê sînorên ROJAVA bi tayebet û yên fedraliya bakurê SÛRÎ bi giştî xwertir bike û aramiyê ji hemû pêkhateyên wê re bi giştî û ji KURDAN re bitaybet tabîn bike , dema ku hêzên tûndirew dûr û qelis dibin  û ew serkeftin wê bibe hêz ji doza KURDÎ re û bingeheka xwert jê re ava bike , jiber ku ev serkeftin bi serkirdeya hêzên kurdî ye yên ku têde YPG û YPJ hîmên sereke  ne ji HSD .
Serkeftina rizgarkirina REQA wê bibe egerên dengvedan û ragihandineka xwertir ji doza KURDÎ re li cîhanê û di çareserkirina pirsgirêka SÛRÎ de , KURD dê bibin aliyek sereke di guftûgoyên bên  de bi rêjîmê û aliyên ku rast bixwazin pirsgirêka SÛRΠ çaraser bikin .
Rizgarkirina REQAYÊ wê bihtir girêdana rêvebiriya xweser  bi hevbendiya navnetewî re bi serokatiya EMERÎKA wê   xwertir bike, jiber wê herdû alî vala bibin ji stracîciyên siyasî û çaksazî û bajarvayê re li ROJAVA û bakurê SÛRÎ û dibe ku ew derfet pêwendiyê kurdan jî pevre xwertir bikin û wilo derfet wê bihtir bên ji aliyê ABORÊ û geşepêdana wê di hemû layan de , nexasim şikandina dorpêçkirina aborî ya ser ROJAVA .

BIRADOSTÊ MÎTANÎ – GIRKÊLEGÊ – 14-6-2017 Z. 25-3-2627 KURDÎ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket