Xwendina mastirnasmeya te pîroz be kak Soran Ali Muhamad...

kurdistani 06:44 PM - 2017-06-17
.

.

Xwendina mastirnasmeya te pîroz be kak Soran Ali Muhamad...
Rojnamevan û nivîskarê naskirî yê Başûrê Kuridstabê rêzdar Soran Ali Muhamad Ali di ezmûna destpêkirina xwendina masternameyê, serkevtin bi dest anî.
Di wê barê de, ez wek rojnamevan Hozan Efrînî germtirîn pîrozbahiyên xwe li kak Soran dikim û ez serkevtin û serfiraziyê di hemû kar û xebatên wî ên rojnamegerî û nivîskarî ku herdem di xizmeta rastiya parastina doza gelê kurd de ye.
Ji sala 2007`an ve, em bi hev re di warê rojnamegeriyê de dixebitin û heya niha jî em her bi hev re ne. Min ew baş dişopand û bi taybetî di têgehên wî ên Kurdistanî û nêzîketiyên wî ji aliyên din ên Kurdistanê û bi taybat ji Rojavayê Kurdsitanê re, ew gelek bi dilsozî û hevkarî nêzîk dibû.
ên ku ji xebata min ya rojnamegeriyê re ku di derbarê Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de alîkar bûn, yek ji wan ev hevalê min ê rêzsdar Soran Ali Muhamad bû.
Bi encamnameya xwendina wî ji mastirnameyê re, ez pir dilgeş im û ez ji wî rêzdarî re, her dem serkevtin û serfiraziyê dixzwaz im.
Ez bi hêvî me ku em dostên wiha zêdetir bibînin ku di warên xizmetkirina ji hev re û ji doza gel re bi awayekî berferehtir xwedî helwesta rasteqîne ya ji bo çareserkirina doza gelê kurd li her 4 aliyên Kurdistanê bi rêz darî bikin armanca rêzgirtinê.
Careke din ez vê pêngava pîroz li te pîroz dikim û bi hêvî me ku hûn bêhtir di nava xebata xwe ya rojnamegerî û nivîskarî de, ligel xwendina mastirnameyê de, bi awayekî pir çalaktir serkeftinan tomar bikî.
Tu her hebî û her serfiraz bî.
Birayê te Hozan Efrînî

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket