Efrîn: YPG-YPJ`ê êrişên Nusre û Ehrarê Şamê têkbirin

kurdistani 01:49 PM - 2017-06-13
Efrîn: YPG-YPJ`ê êrişên Nusre û Ehrarê Şamê têkbirin

Efrîn: YPG-YPJ`ê êrişên Nusre û Ehrarê Şamê têkbirin

Şervanên YPG û YPJ êrişên çete û terorîstan li eniya navçeya Cindirsê şikanandin
Duhî hêvarê li kantona Efrînê, çendîn car êrişên dijwar ji aliyê çeteyên Eniya Nusre û Ehrarê Şamê ve pêkhatin û di encamê de, tev têkşikîn.

Di wê barê de, jêdereke ewlehiya Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihand ku duhî şevê li navçeyên Îska û Daret Ezê, komên çekdar ên ser bi Ehrarê Şamê û Eniya Nusreyê, êrişî ser gundên Îska û derdora wê kirin û di encamê de, pevçûnên pir dijwar rûda û gelek kuştî û birîndar ji wan çêbûn û paşva reviyan.
Jêdera ewlehiya Efrînê di daxuyaniya xwe de aşkire kir kuli gorî wan aliyên terorîst ên êrişker ku serleşkerê wan yê bi navê Ebu Elî Eloterî ligel 3 serleşkerên din ên bi navê Mihemed Dîb Gênco û Ehmed Dibis û Berekat Şatir ku ji aliyê hêzên YPG-YPJ`ê ve hatiye kuştin ligel 32 çekdaran.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket