Ezmûnên Dawîya Salê li Zanîngeha Efrînê Destpê Kirin

kurdistani 05:20 PM - 2017-06-12
 Ezmûnên Dawîya Salê li Zanîngeha Efrînê Destpê Kirin

Ezmûnên Dawîya Salê li Zanîngeha Efrînê Destpê Kirin

Li 6 fakulteyên Zanîngeha Efrînê 450 xwendakar dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawîya salê kirin.

Zanîngeha Efrînê ku zanîngeha yekê ye li Rojava hatiye damezrandin, ji fakulteyên Wêjeya Kurdî, Ragihandin, Endezyarîya Çandinî, Kehromîkenîk, Bijîşkî û Aborî pêk tê.

Derbara birêveçûna sala xwendinê û ezmûnan, serokê zanîngehê Dr. Ehmed Yûsiv wiha ji Dengê Amerîka re axivî:

"Du sal bi serkeftî di ser zanîngeha Efrînê re derbaz bûn, me di van du salan de karîbû ji tunebûnê derî jibo sedan xwendevan vekin ku xwendina xwe bidomînin".

Dr. Yûsiv bal kişand ser projeyên wan di sala bê de û da zanîn ku hewlên wan jibo bilindkirina asta xwendinê li zanîngehê hene.

“Weke tevlîkirina hin mamosteyên di nava stafa zanîngehê de û firehkirina laboratoran, herwiha pêşwazîkirina xwendevanan ji derve Efrînê di nav projeyên me de ne."

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser li Kantona Efrînê di sala 2015'an Zanîngeha Efrînê vekir. Zanîngehê derfeteke girîng ji xwendevanên kantonê re peyda kiriye çimkî gelek xwendevan, jiber şer û dorpêça komên tundrê li ser Efrînê ji fêrbûna bilind a di zanîngehên Sûrî de bê par diman.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket