Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li hev civiya

kurdistani 09:02 AM - 2017-06-11
 Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li hev civiya

Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li hev civiya

Piştî kongreya xwe ya 2. a 30-31’ê Gulanê li çiyayê Şengalê,Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi beşdariya hemû endaman,civîna xwe ya yekemîn lidar xist.

Di civînê de rêziknameya meclîsê ji aliyê endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hesen ve hat xwendin û bi temamî hate pejirandin.
 Komîteyên ku hatine destnîşankirin ev in:

1-Çand, Huner û Ragihandin; 2-Ewlekarî; 3-Xizmetguzarî; 4-Zagonsaz; 5-Perwerde; 6-Mafên Mirovan û Saziya Malbatên Şehîdan; 7-Bawerî û Ol û Aştî; 8-Aborî; 9-Ciwan û Werzîş; 10-Tenduristî; 11-Rêxistina Civakê; 12-Katibê Meclisê.

Di civînê de Hecî Hesen Pîso û Zehra Sulêman weke hevserokên desteya Rêveber a Şengalê li gel du alîgiran (Nehla Yusif û Herbo Xidir Merdos) hatin hilbijartin .
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Hecî Hesen Pîso li ser encam û kar û xebatên desteyan wiha got: “Îro civîna fermî ya meclîsê hate lidarxistin û.Projeyên ku di hundirê wê de dê li ser di bin biryar p destaya Rêvebir de werin dengdan,û pêk bînin.

Her weha jî Hesen di dawiya axaftina xwe de got: “Şengal, Şengala Êzdiyan e. Tenê ew kesên ku zerar nedane civaka Êzidî, dikarin li vir bijîn.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket