Tirkiye Rojnamevanê Fransî Mathias Depardon Azad Kir

kurdistani 11:53 AM - 2017-06-10
Tirkiye Rojnamevanê Fransî Mathias Depardon Azad Kir

Tirkiye Rojnamevanê Fransî Mathias Depardon Azad Kir

Rojnamevanê wênegir yê Fransî Mathias Depardon ku meha borî li bajarê Êlihê li Tirkiyê hatibû girtin, îro hate berdan û dû re jî hat dersînor kirin.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) û ofîsa Serokomarê Fransî ragihand ku Depardon îro ji aiyê Tirkiyê ve hate azad kirin û ew ber bi Fransa bi rê ket.

Depardonê 37 salî li Stenbolê dima û jibo karekî kovara navdar National Geography çûbû herêmên Kurdan li Tirkiyê û bi sedema propogandaya terorê li Hesenkêfê hatibû girtin.

RSF û nêzîkî 20 rêxistin, rojname û kovar bi nameyeke hevbeş daxwaza azadkirina Depardon xwestibû û Serokomarê Fransî Emmanuel Macron jî bang li Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku Lepardon berde.


PUKmedia/voa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket