Li bajarê Tebqayê cerên gazê hatin belavkirin

kurdistani 09:03 AM - 2017-06-08
Li bajarê Tebqayê cerên gazê hatin belavkirin

Li bajarê Tebqayê cerên gazê hatin belavkirin

 Komîteya Sotemenî ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê, hezar û 200 cerên gazê bi rêya komîteyên xizmetguzerî di meha Remezanê de li şêniyên Tebqayê belav kir.

Komîteyên xizmetguzarî yên taxên Tebqayê, navên şêniyên qeyd kirin û ji Komîteya Sotemenî ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê re, pêş keş kirin. Komîteya Sotemenî jî gaz ji Kantona Cizîrê anî û bi rêya 11 komîteyên xizmetguzarî  hezar û 200 cerên gazê ku hatin, belav kir.

Komîteya Sotemenî wê di rojên pêş de jî, careke din cerên gazê bi temenekî guncev belav li şêniyan belav bike.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagir kirin, gelek astengî di peydakirina cerên gazê dîtin û her ku diçû amborgeya li ser herêmê zêde dibû.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket