Amerîka jiber Êrîşa Ser Xwepêşandaneran Tirkîyê Şermezar Dike

kurdistani 04:54 PM - 2017-06-07
Amerîka jiber Êrîşa Ser Xwepêşandaneran Tirkîyê Şermezar Dike

Amerîka jiber Êrîşa Ser Xwepêşandaneran Tirkîyê Şermezar Dike

Civata Nûneran ya Amerîka, bernivîsa ku ser bûyerên li pêş Balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê qewimîn hatibû amade kirin, pejirand.

Komarî û Demokratan jiber êrîşa ‘’hovane’’ ya ser xwepêşandanerên aştîxwaz, bi 397 deng Tirkîye şermezar kirin.

Di biryarê de hate gotin ku parêzvanên Tirk yên çekdar li xwepêşandanerên bêçek xistin ew pehîn kirin û hewil dan ku wan bifetisînin.

Civata nûneran bi biryarê xwest ku parêzbendîya dîplomatîk yên zêrevanên Tirk were rakirin.

Serokê Civata Nûneran Paul Ryan, piştî êrîşa di meha Gulanê de gotibû ku êrîşa parêzvanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi ti awayî nayê qebûl kirin. Ryan dabû zanîn ku xwepêşandaner li gor mafên xwe yên qanûnî tevgerîyane ku divê Tirkîye jiber êrîşê lêborînê bixwaze.

Karbidestên Tirk jî dîyar kiribûn berpirsê bûyerên qewimîne Amerîka ye ku di serdana Erdogan ya Washingtonê de tedbîrên ewlekarîyê baş nekiriye.
PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket