Bi wêne, Malbenda Neynewa ya YNK`ê çendîn rojnamevan xelat kir

kurdistani 12:45 PM - 2017-06-06
Bi wêne, Malbenda Neynewa ya YNK`ê çendîn rojnamevan xelat kir

Bi wêne, Malbenda Neynewa ya YNK`ê çendîn rojnamevan xelat kir

Bi wêne bibînin, Malbenda Neynewa ya YNK`ê çendîn rojnamevanên xwedî erkên ligel operasyona Mûsilê xelat kir.

Bi boneya salvegera 42`mîn ya damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, duhî roja duşemê 5-6-2017`an, malbenda Neynewayê ya YNK`ê bi serpereştiya heval Helo Pêncwînî, dest bi xelatkirina hejmareke ji rojnamevanên ku di opersyona azadkirina Mûsilê de, xwedî erk û rol bû kir.

Di wê boneyê de, berpirsê Malbenda Neynewa Helo Pêncwînî derbarê rastiya karê rojnamegerî de, amaje bi wê yekê kir kurola rojnamevan di azadkirina Neynewayê de, ligel pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, pir girîng bû. Ji ber wê jî em bi boneya damezrandina 42 `mîn ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, wan rojnamevan û medyakarên ku ligel hêzên pêşmerge di navçeyên kurdî li Neynewayê ku xwedî rol û erk bûn, xelat dikin û karên wan bilind dinirxsînin.

PUKmedi-Selah Baban

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket