Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Siwêdê re civiya

kurdistani 11:14 AM - 2017-06-04
Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Siwêdê re civiya

Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Siwêdê re civiya

 Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Siwêdê bi armanca xurtkirina xebatên doplomasî û pêşxisitna têkiliyan bi hikûmeta Siwêdê re, hevdîtin bi berpirsyarên Wezareta Karê Derve ya Siwêdê re pêk anî.

ji Wezareta Karê Derve yê Siwêdê berpirsyarê Dosyaye Sûriyê yê Hikûmeta Siwêdê û nûnerê şandeyê ji bo danûstandinên Cinêvê û berpirsyarê dosyaya kurdî û Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê Nîckolas Kîbond û berpirsê dosyaya Rojhilata Navîn û Bakur ê hikûmeta Siwêdê Karl John Winberg amade bûn.

Di hevdîtinê de, Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewrupayê Sînem Mihemed geşedanên siyasê derbarê Rojava û Bakurê Sûriyê, tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, projeya federaliya demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê nirxand. Sînem Mihemed di nirxandinên xwe de, sîstema li Rojava û Bakurê Sûriyê wekî çareya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyê destnîşan kir û hêvî kir ku ev sîstem li tevahî Sûriye were pêk anîn û armancên hemû pêkhateyên wê bighêjin serî,û bal kişand ser pêngava rizgarkirina bajarê Tebqayê û şer li Reqqayê û bandora wê li tevahî cîhanê û têkoşînên YPG û YPJe ve silav kir
 
Ji aliyê xwe ve, Nîkolas Kîbond piştgiriya xwe ya bi doza gelê kurd re nîşan da ku anî ziman ku ew ê hewl bidin serdana Rojava bikin da ku rewşa li wir ji nêz ve nas bikin.

Berpirsê Dosyaya Sûriyê yê hikûmeta Siwêdê, nêrînên xwe yên derbarê opozisyona Sûriyê da xuyakirin û got ku opozisyon di navbera mûxalifên îslamî yên radîkal û navîn parçe bûye û got: “Ji bo cudahî di navbera herduyan were diyarkirin, gereke agirbest pêk were da ku civaka navdewletî jî ferqiyeta di navbera opozsiyona rast û komên terorîst diyar bike.”

Kîbond di berdewama axaftina xwe de got: “Civaka navdewletî heta niha ti çareserî ji aloziya Sûriyê peyda nekiriye. Hemû aliyên têkildarî Sûriyê tevlî danûstandinan nake, gereke kurd ji wekî aliyên din tevlî danûstandinan bêne kirin.”

Nîkolas Kîbond di dawiya axaftinên xwe de got ku got ku welatê wî Siwêdê jî dibîne ku aloziya Sûriyê wê bêyî nebeşdarkirina hemû aliyên Sûriyê ji bo danûstandinan ne mumkin be.

Di dawiya hevdîtinê de herdu aliyan hin dosyayên derbarê xurtkirina têkiliyan nîqaş kirin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket