Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina şoreşa nû ya kurd bûn

kurdistani 10:28 AM - 2017-06-02
Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina şoreşa nû ya kurd bûn

Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina şoreşa nû ya kurd bûn

Her weha di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve , li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew Raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Di wê Raperînê de, hêzên Yekîtiya Nîştimanî mya Kurdistanê û gelê Kurd dikarî navçeyên Hacî Awa û Raniya û derdora wê ji tevahiya dem û dezgeh û avahiyên bassiyan azad bikin.

Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, digel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen û nûtir dest pê kir.

Her weha piştî wê serkeftinê, li Herêma Kurdistanê Parlemana Kurdistanê hate hilbjartin û damezrandin û ji wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ava bûê. Ji bo wê yekê ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezine ji bo gelê Kurd  ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.

Her weha ji bo bihaya wê roja pîroz, Parlemana Kurdistanê ew roj 5-3- kir bi roja salyadaeke nîştimanî û li hemû salekê bi fermî tê bi bîr anîn.

Serok Mam Celal, Endazyar, Pêşmerge, Serok û Rêberê gel e

Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşç wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Lê di rastiya wê de, endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bû bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.

Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal. Ev rastî dide xwuyakirin ku meznatiya serok Talebanî di çi astekê de ye.

Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên paratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye mxwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû Kurdan.

Her weha di vir de, em peyvên hinek ji hevalê berpirs yên ku di barê serok Mam Celal û YNK`ê û pêşmergeyên dêrîn de axiftine, ji we re pêşkêş dikin:

‌Derbarê kesayetî û rola serok Mam Celal de gotinên rêhevalên wî

Berpirsê Desteya Kargêrî yê Politburoya YNK`ê Mila Bextiyar ragihand ku cenabê serok Mam Celal ku pênci sale jiyana xwe ji bo xebatê fedakiriye, niha jî, her bi rih û giyana xwe digel gelê Kurdistanê û Yekîtiyê jî berdewam dibe li kar û xebat.

Berpirsê Desteya Kargêrî yê Politburoya YNK`ê Mila Bextiyar di gotara xwe ya ku li Raniyayê bi 22`mîn salvegera raperîna 5-3-1991`an de, aşkire ku camêrtiya xelkê deverê Raniya bi xwîn û giyanê xwe, xwe kirin bi mexelê azadiyê ji Kurd û Kurdistanê re û ew raperîn kirin bi serkeftinek ji gelê Kurd re.

Mila Bextiyar di dirêjahiya gotina xwe de, Em di vê yadê de ne ku ezmûna demokrasiyetê derbasî hemû beşên din yê Kurdistanê bûye û ew gotûbêjên bi cenabî Ocalan re ku dest pê kiriye û li Rojavayê Kurdistanê pêşmergeyên Kurdistanê di Serêkaniyê de, kevinperestan ji holê radikin  û peyama raperînê li hemû Kurdistanê ber ve pêş çûye û ew nerewtiya ku di dîrokê de li me hatiye kirin paşve venagere .

Berpirsê Desteya Kargêrî yê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê aşkire kir ku sengerê demokrasiyê li kuderê dibe Yekîtî jî her li wir e û bi çawtî li YNK`ê têghîştin pir dirêj nebû ku ji her kesî re aşkire bû ku serok Mam Celal weke sembol û pêwîstiyekî dîrokî deket holê. Ji bo wê yekê jî, mehale ku bi bê YNK`ê ti biryarên çarenûsaz çi li Êraq û çi li Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Cîgrê sekreterê giştiyê YNK`ê Kosret Resul Elî di axaftina xwe behsa rola Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê ji destpêka dirustbûna wê û her weha rola wê di şoreşa nû ya netewî de bilind nirxandû her weha erkê qonaxên zehmet û zor yê wê dîrokê anî bîra amadevanan.

Kosret Resul got: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wek zarokekî hejar li bê hêviyê û rojên zehmet ya miletê mede dirust û mezin bû, ji ber vê yekê jî biçûkbûna wê û lawaz û şikandina wê karekî ne gengaze.”

Cîgirê sekreterê giştiyê YNK`ê, bal kişand ser parastina yekîtiya nava YNK`ê div ê qonaxê de ku bi karê serekî û ekên hevalan destnîşan kir û got: “Parastina û bihêzkirin û nûkirina Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê erkê me hemûyaye, çûnkî YNK`ê hêza gel û cemawerê Kurdistanê û netewa meye.”

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket