Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wê li Berlînê bê nirxand

kurdistani 09:44 AM - 2017-05-31
 Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wê li Berlînê bê nirxand

Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wê li Berlînê bê nirxand

Tevî aktorên siyasî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê wê gelek siyasetmedar û zanyarên Elman jî tevlî semînarê bibin.

Saziya bi navê Enstîtuya Dîplomasiya Çandê, ku li paytexta Elmanya Berlînê ye, wê ji gotûbêjeke girîng re malovaniyê bike. Li vê enstîtuyê, ku komxebatên neteweyî û navneteweyî tên lidarxistin, îro semînerek bi sernavê "Di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de aktorê herêmî: Kurd" tê lidarxistin.

Semînar bi hevkariya Enstîtuya Dîplomasiya Çandî û Nûnertiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê li welatên Benalûxê (Belçîka, Hollanda û Luksembûrg) pêk tê. Di semînarê de wê zor û zehmetiyên têkoşîna dijî DAIŞ'ê bê vegotin.

Siyasetmedarên Elman ên ku Kurdistanê ji nêz ve dişopînin, wê weke qiseker li semînerê amade bin. Her wiha wê nêrînên xwe yên ji bo destekkirina Kurdan li qada navneteweyî bînin ziman.

Semînar wê heta êvarê dewam bike û ev kes wê weke qiseker lê amade bin: Dîrektorê Enstîtuya Dîplomasiya Çandê Mark Donfrîed, ji Nûnertiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya li welatên Benalûxê Avîva Steîn, Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadik, parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket