Mîhrecana Arîn Mîrkan ji bo nîşandana berhemên jinan firset e

kurdistani 04:46 PM - 2017-05-28
Mîhrecana Arîn Mîrkan ji bo nîşandana berhemên jinan firset e

Mîhrecana Arîn Mîrkan ji bo nîşandana berhemên jinan firset e

EFRÎN – Duyemî  Mîhrecana Şehîd Arîn Mîrkan a Jinên Ciwan a Kantona Efrînê, rol, reng û nasnameya jina ciwan a Efrînê û Helebê nîşan da.

Şehîd Arîn Mîrkan şervana YPJ`ê, bi çalakiya fedayî ya bexwedana Kobanê bû jina berxwedêr a li dijî terorê û bû pêşeng ji hemû jinan re.

Bi ruhê berxwedana Şehîd Arîn Mîrkan, di 23 vê mehê de duyemîn Mîhrecana Jina Ciwan a lîstokên tek dest pê kir. Mîhrecan bi durişmeya ʺBi felsefeya Rêber APO, jina ciwan xwe birêxistin dike û hezkirina welat xurt dikeʺ de 4 rojan bê navber dewam kir.

Di Mîhrecaê de zêdetirî 300 jinên ciwan li ser asta kantona Efrînê û bajarê Helebê cara yekemîne, beşdariyê dikin. temenê jinên ciwan ên beşdarî mîhrecanê bûne di navbera 16-25 salî bûn. Her wiha nûnerên gelek sazî û rêxistinên Rêveberiya Xwesweriya Demokratîk û saziyên ciwanan, her wiha sedan ciwanên Kantonê, amadebûn.

Mîhrecana duyemîn piştî a yekemîn hat û rol, enerjiya jina ciwan ji aliyê hunerî, çandî û werzişê ve nîşan da, diyar kir ku jina ciwan karîbû roleke pêşeng ji hemû aliyan ve pêşkêş bike û ne tenê bi xwendin û hilgirtina çek ve hatiye girêdan.

Mîhrecanê bi axaftina dayika Şehîd Arîn Mîrkan hat vekirin. Paşê çalakiyên roja yekemîn Helbest, wênexêz û karên bidestan destpê kir, herwiha pêşbirkên çandî cihêreng û xwarinên gelerî hatin pêşkêş kirin, di vê pêşbirkê de zêdetirî 150 jinên ciwan li ser asta Kantonê beşdar bûn.

Çalakiyên roja duyemîn a mîhrecanê bi pêşkêşkirina stran, dîlanên foliklorî û pêşkeşiyên şanoyê û cilên foliklorî berdewam kir. Zêdetirî 26 jinên ciwan ên ji navçeya şiyê, Cindirêsê, Bilbilê, Mabeta beşdar bûn, şanoya li ser tundiya li dijî jinê hatiye pêşkêş kirin cihê balkişandina beşdaran bû.

Sêyemîn roja Mîhrecanê, jinên ciwan rola xwe ji aliyê werzişê ve nîşan dan, Di mîhrecanê de rola jinê a di lîstika Şetrencê, fotbol û Bîsbolê de beriz hat nîşan dan.

Mîhrecan bi çalakiyên roja çaremîn bi dawî bû. di roja çaremîn de lîstoka baskêtbolê hat pêşkêşkirin û xelatên wek wêneyên Şehîd Arîn Mîrkan , kartên spasiyê di nava şahiyan û ruhê hezkirina ya bilind a beşdaran, hatin belav kirin.

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya amadekar a Mîhrecanê Delar Dijwar diyar kir ku Mîhrecanê baweriyeke mezin da jina ciwan da rola xwe ji hemû aliyan ve nîşan bide û destnîşan kir ku jinan bi ruhekî komînal û bilind beşdar bûn.

Delar Dijwar, diyar kir ku gelek jinên ciwan bi atmosfêra Mîhrecanê bi bandor bûnû daxwaz kirin ku di Mîhrecana bê de beşdar bibin, ku tevlî dewreyên perwerdehiyê bibin da ji mîhrecana bê re bên amadekirin.

Delar Dijwar di dawiya axaftina xwe de, bang li tevahî jinên ciwan kir ku ji bo hêvî û hobiyên xwe tevbigerin û rola xwe di avakirina civaka azad û demokratîk pêkbînin û tevlî çalakiyên cuda yên taybet a  jinê bibin û berê xwe bidin navend û saziyên jinan.

(rr)
PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket